Wezîrê Derve yê Îranê li Şamê bi Beşar Esed re civiya

Wezîrê Derve yê Îranê li Şamê bi Beşar Esed re civiya

.

A+A-

 Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Huseyîn Ebdulahyan serdana Şamê paytexta Sûriyê kir, û li gel Serokkomarê wî welatî Beşar Esed civiya.

Roja 9ê Adarê, Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Huseyîn Ebdulahyan serdana Şamê paytexta Sûriyê kir, û li gel Serokkomarê wî welatî Beşar Esed civiya. Serdana Ebdulehyan piştî erdheja 6ê Sibatê dibe.

Li gor ajansa SANA ser bi hikûmeta Sûriyê, Esed û Ebdulehyan pirsên hevbeş û pêşhateyên nû li meydana navherêmî û navdewletî û pirsa civînên di navbera Şam û Enqere de gotûbêj kirin.

Li gor heman çavkaniyê, Wezîrê Derve yê Îranê pêşwazî li civîna hefteya bê kir ku biryare li Moskowê di navbera berpirsên Sûriyê, Tirkiye, Rûsya û Îranê de bê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin