Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî: Şemiyê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê nake

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî: Şemiyê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê nake

.

A+A-

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê yê bi wekalet Kemal Mihemed di daxuyaniyekê de bo Rûdawê red kir ku roja Şemiyê 13ê Gulana 2023an hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê destpê bike.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê yê bi wekalet Kemal Mihemed got: Hinartina petrolê bi rêya Tirkiyê sibê Şemiyê dest pê nake û min ev nûçe ji çapemeniyê bihîst

Kemal Mihemed diyar kir, Ji bo dubare hinardekirina petrolê ew bi Wezîrê Petrolê yê Iraqê re axivîne û got, Iraq ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê amade ye û bo wê yekê jî bi fermî daxwazek arasteyî Tirkiyê kiriye.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê bi wekalet Kemal Mihemed destnîşan kir: “Iraqê roja 10ê vê mehê di nameyekê de bi fermî daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike.”

Kemal Mihemed got, Iraq amade ye petrolê hinarde bike lê li benda bersiva Tirkiyê ye.

Wezareta Petrolê ya Iraqê duh ragihandibû ku roja Şemiyê 13ê Gulanê dê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê bo Karûbarên Enerjiyê û Wezîrê Petrolê yê Iraqê, Heyan Ebdulxenî duh Pêncşemê di daxuyaniyekê de gotibû, kompaniya SOMO ji kompaniya BOTAŞ a Tirkiyê re ragihandiye, roja Şemiyê 13ê Gulana 2023an ew dê hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê dest pê bikin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê herwiha diyar kiribû, ji bo firotina petrolê ew bi kompaniyên navdewletî re li gor mercên SOMOyê rêkeftin kirine.

Li aliyekî din parlamenterê Kurd ên di Parlamentoya Iraqê de, Sebah Sûrçî ji Rûdawê re ragihandibû: “Min serdana Balyozê Iraqê yê li Enqerê Macid Lecmawî kiriye û wî ji min re got ku wan Tirkiey agahdar kiriye ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê jî duh Pêncşemê 11ê Gulana 2023an di daxuyaniyekê de gotibû: “Piştî rêkeftina navbera herdu aliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê dosyeya petrola Herêma Kurdistanê de, rêkarên ji bo dubare destpêkirina hinartina petrolê bi dawî bûne.”

Li gor heman daxuyaniyê, hatibû gotin ku ji bo hinartina petrolê him Hewlêr û him Bexda niha li benda bersiva Tirkiyê ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin