Wezîra Derve ya Almanyayê serdana Tirkiyê dike

Wezîra Derve ya Almanyayê serdana Tirkiyê dike

.

A+A-

 Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro serdana Tirkiyê dike, operasyona pêşbînîkirî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di acendaya serdana Baerbock de ye.

Biryar e Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro Înê 29ê Temûza 2022ê piştî serdana xwe ya yek rojî ya li Yunanistanê serdana Tirkiyê bike û ligel berpirsên wî welatî bicive.

Annalena Baerbock dê bi rayedarên Tirkiyê re li ser hinek xalên nakok ên di navbera herdû welatan de gotûbêjan bike, di nav wan de jî gefên berdewam ên Tirkiyê bo pêkanîna operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.

Baerbock berî serdana xwe ya bo Tirkiye daxuyaniyek belav kiriye û gotiye: “Weke dû cîran divê êdî Tirkiye û Almanya ji hev dûr nekevin û peywendiyên xwe yên siyasî pêşve bibin.”

Wezîra Derve ya Almanyayê dibêje: “Tirkiye hevbeşeke girîng e û ji hemû welatekî zêdetir bi Almanyayê ve girêdayî ye. Dilê bi milyonan kesan bo welatên me herdûyan lêdide. Berovajî vê paşveçûna heye, bo min girîng e ku em aliyên siyasî zêdetir ji hev dûr nekevin û cuda nebin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Wezîra Derve ya Almanyayê dibêje, derbarê nakokiyên di navbera herdû aliyan de ew dê bi eşekere ligel berpirsên Tirkiyê bixave, ku gefên Tirkiyê yên bo lidarxistina operasyoneke nû ya leşkerî li bakurê Sûriyê û li dijî Rojavayê Kurdistanê yek ji wan mijaran e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin