Wezîra Almanî ji Lavrov re got: Tankên we mirinê tînin

Wezîra Almanî ji Lavrov re got: Tankên we mirinê tînin

.

A+A-

Wezîra Derve ya Almanyayê: Şerê Rûsyayê, şerekî êrîşkariyê ye û li ser derewan hatiye avakirin.

Wezîra Derve ya Almanyayê got, şerê Rûsyayê li ser derewan hatiye avakirin. Tekez kir jî, Mosko malên Ukrayniyan bombebaran dike.

Ev yek, duhî di civîna awarte û awarte ya Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî de ya derbarê Ukraynayê de hat ku niha li baregeha Netewên Yekgirtî li New Yorkê birêve diçe.

Wezîra Almanî Annalena Baerbock di civînê de got: “Şerê Rûsyayê, şerekî êrîşkariyê ye û li ser derewan hatiye avakirin. Mosko malên Ukrayniyan bombebaran dike û tankên wê jî mirin û wêraniyê tînin.”

Baerbock gotinên xwe arasteyî hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov kir û got: “Birêz Lavrov, hûn dikarin xwe bixapînin, lê hûn me nexapînin. Hûn nikarin gelê me û gelê xwe jî bixapînin.”

Berdewam kir jî: “Niha em bi bijardeyekê re rû bi rû ne. Hemû cîhan li Netewên Yekgirtî dinêre û cîhana me dê bîne bîra xwe ku em li kîjan alî rawestiyan.”

Derbarê rewşa koçberên Ukraynî de jî, Wezîra Almanî got: “Divê her hemû koçberek bêne parastin, bêyî cudahiya derbarê netewe, regez û rengê çermê wan.”

Baerbock tekez kir: “Berpirsyariya parastina nirx û prensîbên wek aştî û dadperweriyê li ser milê Netewên Yekgirtî ye. Niha dem guncaw e ji bo em helwesta xwe ragihînin û em berpirsyar bin.”

Endamên Civata Giştî ya Netewên Yekbgirtî ku ji 193 welatan pêk tê, biryar e îro Çarşemê jî dengdanê li ser projebiryarekê derbarê operasyonên leşkerî yên Rûsyayê yên ku niha li Ukraynayê pêk tên, bidin.

Di rûniştina duhî ya Civata Giştî de, nûnerên piraniya welatên endam, redkirina welatên xwe li hember êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê nîşan dan.

Herwiha nûnerên welatan daxwaza rawestandina bilez a şer û vekişîna hêzên Rûsî ji nava axa Ukraynayê kirin.

Biryarên Civata Giştî bi erêkirina 2/3 a endamên Civata Giştî tên derxistin. Lê belê ev biryar ne pabendker in, girîngiya wê ew e ku îrade û arasteyên civaka navdewletî nîşan dide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin