Wezaretê ruxsatên Anagoldê betal nekiriye

Wezaretê ruxsatên Anagoldê betal nekiriye

.

A+A-

Parlamenterê CHPê Denîz Yavûzyilmaz destnîşan kir û got, "Me tespît kir ku 6 lîsansên ku ji aliyê Wezareta Enerjiyê ve hatine dayîn nehatine betalkirin.” Her weha Yavûzyilmaz rapora teknîkî parve kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê yê Berpirsiyarê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Denîz Yavuzyilmaz, derbarê Anagold Madencilik ya ku li Îliça Erzinganê bû sedema 9 kesan ku di bin axê de bimîne de, geşedanek parve kir.

Yavûzyilmaz ragihand ku her çiqas Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Îklîmê destûra hawirdorê û belgeya lîsansê betal kiribe jî, lê ruxsata wê nehatiye betalkirin. Yavuzyilmaz derbarê bûyera wek "klasîkek AK Partiyê" bi nav kir û weha got:

“Piştî karesata di kana zêran a ku şîrketa Anagoldê li Îliça Erzinganê dixebitîne; Hat aşkere kirin ku destûra hawirdorê û lîsansa kargehê hatiye betalkirin. Lê belê me tespit kir ku 6 lîsansên ku ji aliyê Wezareta Enerjiyê ve hatine dayîn nehatine betalkirin. Çavkanî: Rapora teknîkî ya fermî ya şîrketa SSR Mininga ku bi rêjeya ji %80 hevkarê Anagold e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin