Wezareta Tendirustiyê: Pêla çarem a Koronayê dest pê kir

Wezareta Tendirustiyê: Pêla çarem a Koronayê dest pê kir

.

A+A-

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê îro 12/1/2022an ragihand, pêla çarem a Koronayê li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye û hejmara pêketiyan jî zêde dibin.

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî di daxuyaniyekê de aşkere kir, pêla bihêz û bilez a çaremîn a belavbûna nexweşiya Korona û vîrûsa guhartî Omicronê dest pê kir.

Dr. Saman Berzincî got: Pêwîst e rêkarên xweparêziyê bêne girtin û welatî hahe xwe û malbatên xwe hebin. Girîngtirîn rêkar jî wergirtina vaksînan, bikaranîna maskan û dûrketina ji cihê qerebalix e.

Wezîrê Tendirustiyê amaje bi wê da, dema hebûna nîşaneyên nexweşiyê li kesekî, divê zû serdana navendê têsta Koronayê bike.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, di dema dawî de hejmara pêketiyên Koronayê roj bi rojê zêde dibin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin