Wezareta perwerdehiya Tirkiyê amara xwendekarên ku ku dersa kurdî hilbijartine, eşkere kir

Wezareta perwerdehiya Tirkiyê amara xwendekarên ku ku dersa kurdî hilbijartine, eşkere kir

.

A+A-

Hat zanîn ku bo sala xwendinê ya 2022-2023an de, 20 hezar û 265 xwendekaran zimanê Kurdî wek dersa bijartî hilbijartine.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû di 2'ê Sibata 2022'an de bi rêya parlemetoyê re pirsek arasteyî Wezîrê Perwerdehiya Tirkiyê Mahmut Ozer kiribû.

Tanrikulu li ser dersa bijartî ya ku li dibistanan tê dayîn û hejmara xwendekarên ku ev ders hilbijartine, pirsîbû.

Wezîrê Perwerdehiyê jî roja 17 vê mehê bersiv da û ragehand, bo sala perwerdeyê ya 2022-2023an 20 hezar û 265 xwendekaran dersa kurdî (Kurmancî û Zazakî) hilbijartine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin