Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê: Li Diyarbekirê 2 leşkerên me hatin kuştin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê: Li Diyarbekirê 2 leşkerên me hatin kuştin

.

A+A-

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir, li navçeya Licê ya Diyarbekirê di encama şerê çekdarî yê bi gerîllayên PKKê re, 2 leşkerê wan hatine kuştin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê eşkere kir, li navçeya Licê ya Diyarbekirê di navbera leşker û PKKyiyan de pevçûna çekdarî derket û 3 leşker birîndar bûn. Piştî leşker ji bo nexweşxaneyê hatin birin, 2 leşkeran can dan û dermankirina leşkerê birîndar jî didome.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin, ew pevçûn do Çarşemê 22ê Hezîrana 2022an di operasyona endamên Fermandariya Alay Komando ya Cendirmeyan a Licê de li bejahiya navçeya Goçerê ya Licê de derketibû.

Di berdewamiyê de hat destnîşankirin, di şerê çekdarî yê bi PKKyiyan re, çawişê pispor Oguzhan Arduç û Pisporê Cendirmeyan Çawîş Turgut Îçen can dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin