Wezareta Navxwe: Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê rêyê li vegera awareyan digire

Wezareta Navxwe: Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê rêyê li vegera awareyan digire

.

A+A-

 Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de amaje da ku, “Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê û Komîteya Bilind a Îxaseyê bizavê dikin ku, awareyan ji vegera warên wan bêpar bikin û wan neçar bikin ku wekî xwecihên derveyî warên xwe bimînin, bêyî ku lêkolîn bikin û bi wan re şêwir bikin.”

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 21ê Tebaxa 2025ê) parve kiriye ku, Komîteya Bilind a Îxaseyê bi serperiştiya Wezîrê Koç û Koçberan di pêşveçûneke nedestûrî û li dijî mafên bingehîn ên welatiyan de dest bi guhertina demografiya deverên Xiristiyan û Êzidiyan kiriye, ku xelkê wan ê resen bi neçarî li kampan dijîn.

Wezareta navbirî herwesa ragihand, “Li şûna ku piştgiriyê bidin vegera dilxwazane û tevlîbûna di vekirina rêyê li ber rewşeke aram, Wezîrê Koç û Koçberan û Komîteya Bilind a Îxaseyê dicivin da ku, awareyan ji vegera warên wan bêpar bikin û wan neçar bikin ku wekî xwecihên derveyî warên xwe bimînin, bêyî ku lêkolîn bikin û bi wan re şêwir bikin.”

Wê wezaretê di ragihandina xwe de ji bo çareserkirina vê rewşê daxwaz kir ku;

1.     Hikûmeta federal biryarên Wezîrê Koç û Koçberan rawestîne û wan bi cîh neyîne.

2.     Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navneteweyî bi hikûmeta federal re bixebitin da ku wan biryaran rawestînin.

3.     Lez di bicihanîna peymana Şingalê, destnîşankirina qayimqamekê nû û destpêkirina pêvajoya ji nû ve avakirinê, asayîkirina rewşê û pêşkêşkirina xizmetên bingehîn de bê kirin.

Wezareta Navxwe tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezê li ser çareseriya qanûnî ya pirsgirêkên têkildarî vegera dilxwazane û serbilindane ya awareyan dike, bi îrade û azadiya wan û piştrasbûna ji niha û paşeroja wan di warê ewlehî, xizmetên bingehîn û parastina mal û milkên wan de.”

Wezareta navbirî eşkere jî kir, “Çareseriya vê rewşê bi xwevedizîna ji çareseriyên rast û mijûlbûna bi sedeman re nayê kirin, û tiştê ku di civînê de biryar li ser hatiye dan xwevedizîna ji rastiyê û berpirsiyariya bingehîn a çareserkirina pirsgirêkan e.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin