Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê li ser Helebê daxuyanî da

Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê li ser Helebê daxuyanî da

.

A+A-

Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê girtina rêyan di navbera Rêveberiya Xweser û deverên di bin kontrola Şamê de bi têkçûna hevkariya HSDê re di girtina "hin sûcdar û bermahiyên rejîma Esed" de ve girêda. Wezaretê diyar kir ku piştî ragihandina agirbestê hemû rê wê ji nû ve werin vekirin.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê Nûredîn Baba bersiva pirsên pêşkêşvana Rudawê Nalîn Hesen a derbarê rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û aloziyên li herêmê da.

"Rewşa trafîkê ya niha di navbera Rêveberiya Xweser û deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de çawa ye? Gelo rêyên Heleb-Dêir Hefer, Esriya-Şam, û Sehna-Tebqa, ku du roj berê hatibûn girtin, vekirî ne?" Baba bersiva vê pirsê da:

"Piştî ragihandina agirbestê, hemû rê wê ji her alî ve werin vekirin. Sedema sereke ya girtina rêyan têkçûna hevkariya Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) di girtina sûcdar û bermahiyên rejîma berê de bû. Ev kes xwe li deverên HSDê vedişêrin û van deveran bikar tînin da ku ji edaletê birevin."

Dema ku ji Baba hat pirsîn ka çima tenê yek ji rêyên ku ber bi Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ve diçe vekirî maye, wî got, "Sedema vekirî hiştina yek rêyê ew e ku rewşa ewlehiyê li Helebê were parastin. Ji ber ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bi saya tesîsên ku ji hêla HSD ve hatine peydakirin, bûbûn cihê kombûnê ji bo bermahiyên rejîma hilweşiyayî."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin