Wezareta Karên Derve ya Îranê: Rêkeftina atomî nêzîk e

Wezareta Karên Derve ya Îranê: Rêkeftina atomî nêzîk e

.

A+A-

Wezareta Karên Derve ya Îranê do di derbarê rêkeftina atomî de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, rêkeftinek nêzîk e.

Li gor Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Amir-Abdollahian da zanîn, di danûstandinên hatî rawestandin de ji bo vegerandina peymana atomî ya sala 2015an di navbera Tehran û hêzên cîhanî de, rêkeftin nêzîk e.

Îran, bi Fransa, Almanya, Brîtanya, Rûsya û Çînê re rasterast û bi Amerîkayê jî bi awayekî nerasterast, ji bo vejandina peymanê, ku bi fermî wekî Plana Çalakiya Berfireh ya Hevbeş (JCPOA) dihêt zanîn, beşdarî danûstandinan bûye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, Amir-Abdollahian bi pêwendiya telefonî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres re gotiye: “Em di danûstandinan de, nêzîkî pêkhatinê ne.”

Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Îranê eşkere kiriye: "Me pêşniyarên xwe yên li ser mijarên mayî bi rêya endamê payebilind yê Yekîtiya Ewropayê gihandine aliyê Amerîkayê û niha em li benda bersiva Amerîkayê ne."

Îranê di berdewamiya daxuyaniyê de, Guterresî bal kişandiye ser girîngiya hevdîtinên Viyanayê û hêviyên xwe eşkere kirine ku di zûtirîn demê de hemû alî bigîhin rêkeftinekê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin