
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser civîna Mesrûr Barzanî û Marco Rubio daxuyanî da
.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser civîna Mesrûr Barzanî û Marco Rubio got, “Rubio piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistaneke xurt û li ser xwe dupat kir.”
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn, Marco Rubio di hevdîtina xwe ya bi Mesrûr Barzanî re de ji bo peymanan pesnê wî daye û piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistaneke xurt dupat kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Washingtonê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî kir.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê di daxuyaniya xwe li ser hevdîtinê de got:
“Wezîr Rubio û Serokwezîr Barzanî gotûbêj li ser derfetên bipêşxistina zêdetir a bazirganî û veberhênanê di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kirin.
Wezîr ji bo peymanên bi kompanyayên Amerîkî re û ji bo berfirehkirina hilberîna gaza xwezayî ya li Herêma Kurdistanê ku alîkariya Îraqê dike ber bi serbixwebûna enerjiyê ve gav bavêje pesnê Serokwezîr da.”
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê her wiha anî ziman:
“Marco Rubio û Mesrur Barzanî behsa daxwaza parastina mafên kêmîneyên olî û neteweyî yên li Îraq û Sûriyeyê kir.
Wezîr ji bo Herêma Kurdistanê ya xurt û li ser xwe wekî stûneke bingehîn a wê pêwendiya ku Amerîka bi Îraqê re heye piştgiriya Amerîkayê dupat kir.”
Bi amedebuûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 19ê Gulanê li Washingtonê, 2 peymanên di warê enerjiyê de ku nirxê wan bi qasî 110 milyar dolaran e bi kompanyayên Western Zagros û HKN Energy re hatin îmzekirin.
Roja 20ê Gulanê Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand:
“Em rêkarên taybet ên peymana Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ji bo veberhênana li parzûngehên Mîran û Topxane-Kurdemirê yên li parêzgeha Silêmaniyê red dikin.”
Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina xwe ya bi Marco Rubio re ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re got:
“Ev nêrînên ku em ji Bexdayê dibihîzin û ew şiroveyan ku tên kirin, hêvîdar im hemû ji bo berjewendiya gelê Îraqê bên hesibandin.
Ku zêdetir nermî nîşan bidin, zêdetir dê bibînin ku ew hewl û pêwistiya ku em didin ji bo berjewendiya hemû aliyan e.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin