Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Hêzên me dê li Îraqê bimînin

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Hêzên me dê li Îraqê bimînin

.

A+A-

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku dê hêzên wan li Îraqê bimînin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, di civîna xwe ya bi rojnamegeran de bersiv da pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

“Hêzên me dê li Îraqê bimînin”

Matthew Miller destnîşan kir ku dê hêzên wan li Îraqê bimînin û got:

“Ji bo rê li ber zindîbûna DAIŞê were girtin, hêzên me dê li Îraqê bimînin.

Rêgiriya li ber DAIŞê hem ji bo Amerîkayê hem jî ji bo welatên din ên navçeyê di mijara terorê de karê herî li pêş e.”

“Em dê berjewendiyên Amerîkayê biparêzin”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê amaje pê kir ku ew dê berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêzin û berdewam kir:

“Serok Biden ev bi zelalî eşkere kir ku em dê li her devera cîhanê hêzên Amerîkayê û berjewendiyên Amerîkayê biparêzin.”

Derdora 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê li Îraqê, derdora 900 leşkerên wê jî li Sûriyeyê hene.

Piştî ku 7ê ve mehê şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir gelek caran êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yê li van her du welatan tê kirin.

Serokê Hevpeymaniya Fethê Hadî Amirî bi vî awayî gotibû ku divê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji welatê wan derkevin:

“Dema wê hatiye ku hemû hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Îraqê derkevin. Niha ji bo mana wan ti sedem û hincet nemane.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin