
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Êrişên li Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku êrişên li Herêma Kurdistanê “nayên qebûlkirin” û got ku ew li bendê ne ku Hikûmeta Îraqê dev ji hinek miameleyên xwe yên li hemberî Kurdan berde.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê di bersiva pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde de ragihand:
“Em derbarê wan kiryarên ku li Îraq û Herêma Kurdistanê rû dane eşkere axivîne.
Dema mijar dibe meaş û dabeşkirina petrolê, me eşkere kiriye ku em li bendê ne Îraq dev ji hinek miameleyên ku li hemberî Kurdan bi kar tîne berde.”
Tammy Bruceyê li ser êrişên dronî yên li parzûngehên petrolê yên Herêma Kurdistanê got:
“Bê guman ev cure êrişên li Herêma Kurdistana Îraqê nayên qebûlkirin.
Me dilgiranî û nerazîbûna xwe ya li ser wan diyar kiriye.”
“Serok Trump girîngiyê dide hemû aliyan”
Tammy Bruceyê li ser rewşa aloz a Sûriyeyê û êrişên Îsraîlê ragihand ku pêşhat “gelekî bilez” bûne û tekezî li ser destwerdana rasterast a berpirsên payebilind ên Amerîkayê kir.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê anî ziman:
“Tiştê ku li vir gelekî balkêş e, destwerdana demildest a Serok bi xwe û Wezîrê Karên Derve ye.
Ew bi awayekî eşkere li ser vê yekê axivîn, daxuyanî dan û pêbendbûna xwe ya bi vê rewşê re eşkere kir.”
Berdevkê amaje pê kir dibe ku “têgihiştineke şaş” di navbera aliyan de çêbûbe û da zanîn:
“Eger têgihiştineke şaş hebe, pêwîst e em karibin bilez tevbigerin.”
Bruceyê peyameke zelal ji herêmê re şand û got:
“Ez bawer im ku Sûriyeyî, Îsraîlî, Hikûmeta Sûriyeyê û herêm, niha dizanin kesên li vir haydar in ku Amerîka beşdar e, em bi awayekî pêbend beşdar in ku Serok Trump girîngiyê dide hemû aliyan.”
Bruceyê diyar kir, Amerîka fêm dike ku pêwîstiya xelkê Sûriyeyê bi dîtina “encaman” heye bi taybetî di warê binesaziyê de û amaje bi hewlên dîplomatîk ên Nûnerê Taybet Tom Barrack ên li Sûriyeyê kir.
Çi bûbû?
Demên dawiyê êrişên dronî yên li parzûngehên petrolê yên Herêma Kurdistanê zêde bûne.
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku îro bi rêya 3 dronên bombebarkirî êrişî 2 parzûngehên petrolê yên Zaxoyê hatiye kirin.
Dezgeha Dijîterora Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de belav kir:
“Li gorî agahiyên me, saet 06:00 û 06:15ê sibeha îro bi rêya du dronên bombebarkirî êrişî parzûngeha petrolê ya DNOyê ya li Pêşxabûra Zaxoyê hat kirin.”
Her wiha di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, “Saet 07:00ê sibehê bi rêya droneke bombebekirî êrişî ser parzûngeha petrolê ya DNOyê ya li Tawkêya Zaxoyê hat kirin.”
Danê sibehê saet 07:14an û êvarê jî saet 19:10an Parzûngeha Petrolê ya Baedreyê 2 caran hat bombebarankirin.
Ti ziyanên canî çênebûne lê zerereke mezin a madî heye.
Hat diyarkirin ku piştî êrişê agir bi parzûngehê ketiye û tîm hewl didin agir bitemirînin.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê di nava vê mehê de 16 êrişên bi dronan li Başûrê Kurdistanê hatine kirin û 6 ji wan êrişan li parzûngehên petrolê bûne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin