Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Em dê ji bo lêpirsîna xirabkaran gavan bavêjin

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Em dê ji bo lêpirsîna xirabkaran gavan bavêjin

.

A+A-

Cîgirê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji Rûdawê re got, “Parastina sivîl û karmendên Amerîkayê mijareke girîng e û em dê gavên guncaw ji bo lêpirsîna wan kesayetên xirabkar bavêjin.”

Cîgirê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Vedant Patel civîneke çapemeniyê li dar xist.

Li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde ya “Gelo hûn li ser wê yekê çi difikirin ku medyaya Îranê hewl dide rastiyên êrişa xwe ya li Hewlêr û herêmê berovajî bike û agahiyên derew belav bike?

Cîgirê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Vedant Patel got:

“Me taktîkên xapînok ên rejîma Îranê û grûpên nêzîkî wê analîz nekiriye lê careke din em di wê baweriyê de ne ku divê rêz li serweriya welatekî wek Îraqê bê girtin û parastina sivîl û karmendên Amerîkayê xaleke girîng e. Em dê ji bo lêpirsîna van kesayetên xirabkar gavên guncav bavêjin.”

Diyar Kurde pirsa cezayên Amerîkayê yên li ser Fly Baghdadê jî kir lê Vedant Patel hûrgilî neda û tenê got, “Ez nikarim li vir behsa hûrgiliyên hin gavan bikim.”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îro 3 serkirdeyên ketîbeyên Hizbulahê û hejmarek kompanyayên Îraqê ji ber komkirin û pêşkêşkirina alîkariyên darayî ji bo ketîbeyên Hizbulahê xiste lîsteya cezayan.

Fly Baghdad bersiva hemû îdiayan red kir û daxwaza delîlan kir.

Diyar Kurde ji bo pêşîlêgirtina êrişên asmanî yên li Herêma Kurdistanê, ji Patel danîna sîstema parastinê pirsî û wî jî wiha bersiv da:

"Ez tenê vê têbîniyê bidim te, Wezîrê Karên Derve Blinken, hefteya borî li Swîsreyê derfet dît ku bi kurtasî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re biaxive.

Berdewamî û hevkariya di warê ewlehiyê de bê guman mijareke gotûbêjên wan bû. Tiştekî din a ku ez bibêjim nîne û niha ti hûrgilîyên min nîne e ku ez li ser biaxivim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin