Wezareta Derve ya Îranê li ser destwerdana Îranê di êrîşa li ser Hewlêrê de: Bê şirove

Wezareta Derve ya Îranê li ser destwerdana Îranê di êrîşa li ser Hewlêrê de: Bê şirove

.

A+A-

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade îro ragihand, Îranê di derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê ya meha Adarê de agahiyên têr û tijî dane û diyar kir, wan şîret li aliyên Iraqî kiriye ku rê nedin xaka wan bo êrîşên ser Îranê were bikaranîn.

Seîd Xetîbzade îro Duşemê 13ê Hezîrana 2022an di konferanseke rojnamevanî de pirsên rojnamevanan bersivand. Seîd Xetîbzade li ser pirsa gelo destê Îranê di êrîşa bi dron a 8ê Hezîranê ya li ser Hewlêrê de hebû yan na, bersiv da û got, "bê şîrove" û anî ziman, "Çavkaniya metirsiyê li ku be, me li wan deran xist."

Roja Çarşemê 8ê Hezîrana 2022an droneke bombebarkirî li Hewlêrê kete xwarê û di encamê de 3 kes birîndar bûn û ziyan gihîşt çend otombîlan û xwaringehekê. Ev êrîşa dronî di asta Herêma Kurdistanê û Iraqê de hat şermezarkirin û UNAMI jî daxwaza cezakirina berpirsan kir.

Her wiha di meha Adarê de Îranê bi mûşekan êrişî Hewlêrê kiribû û mala karsazekî Kurd kiribû armanc û Xetîbzade amaje bi wê êrîşê kir û got, “Êrîşa mûşekî ya meha Adarê neştergeriyeke biçûk bû û bi awayekî rast li armanc hat xistin.”

Xetîbzade her wiha li ser destjikarkişandina parlamenterên Tevgera Sedr ji parlamentoya Iraqê jî amaje bi wê yekê kir ku ji bo Îranê yekparçeyiya axa Iraqê û ewlehiya Iraqê giring e û got, ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî divê rêyên yasayî bên şopandin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin