Wezareta Derve ya Amerîkayê: Îranê piraniya mûşekan avêtine mala welatiyekî Kurd

Wezareta Derve ya Amerîkayê: Îranê piraniya mûşekan avêtine mala welatiyekî Kurd

.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, Îran piraniya mûşekan avêtine mala welatiyekî Iraqî, wek amajeyek bo mala Şêx Baz Şêx Kerîm Berzencî Rêveberê Cîbicîkar ê Kar Groupê.

Têkildarî êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê, Wezareta Derve ya Amerîkayê şeva 13ê Adara 2022an bersiva çend pirsên Rûdawê da û ragihand, “Şeva bihorî (demjimêr 1:20 13ê Adarê), Supaya Pasdaran rêze-êrîşeke balistîkî ji Îranê ve bo ser Herêma Kurdistanê li bakurê Iraqê pêk anî. Me berpirsyariya aşkere ya Supaya Pasdaran bo vê êrîşê dît.”

Tevî ku li gor daxuyaniyên Wezareta Navxwe û Dije Terora Herêma Kurdistanê, 12 mûşekên balistîk di êrîşa ser Hewlêrê de bi arasteya avahiya konsulxaneya nû ya Amerîkayê hatibûn avêtin, lê belê Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiva Rûdawê de dibêje, “Amerîka armanca êrîşê nebûye û her gotegoteke medyayî ya berovajî vê yekê, şaş e.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê di heman demê de destnîşan dike ku ew yek “nayê wateya wêya ku Amerîka xwe ji wê rastiyê bide alî ku ew êrîşeke gelek xirab a Îranê bû li ser cîranekî xwe.”

Di bersiva Rûdawê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, “eger hemû mûşek jî nebin, piraniya wan arasteyî mala taybet a welatiyekî Kurdê Iraqê hatine kirin û tekez dike, Ev êrîşa ji aliyê Supaya Pasdaran ve bi her hincetekê be, êrîş bû li ser serweriya Iraqê û navçeyên sivîl.”

Di êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de, mala Şêx Baz Şêx Kerîm li ser rêya Hewlêr-Pîrmamê ber êrîşê ket. Li gor zanyariyên Rûdawê, 4 mûşek li wê malê ketine û zirareke mezin a madî gihandiye wê malê û hejmarek malên din û avahiya Kurdistan 24 û pasevanek û şofêrekî taksiyê jî birîndar bûne.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, “Amerîka li kêleka hevbeşên xwe yên Iraqî û Kurdan dimîne li hember vê êrîşa xirab ku bo ser Iraqê hatiye kirin. Em amade ne li gel hevbeşên xwe yên Iraqî û Kurdî û yên din li navçeyê kar bikin da ku Îranê bi berpirsyar bizanin.”

Roja 13ê vê mehê derdora demjimêr 01.00ê şevê, bi 12 mûşekan êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Supaya Pasdaran a Îranê bi fermî berpirsyariya êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê li xwe girtiye û îdia kiriye ku “Navenda Plangêrî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan” hatiye armanckirin, îdiayek ku ji aliyê hikûmet, sazî û berpirsên Herêma Kurdistanê ve bi tevahî hat redkirin.

Herwiha duh Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi telefonê derbarê wê êrîşa mûşekî de axivîn.

Mesrûr Barzanî di twîtekê de ragihand, ew li gel Antony Blinken hevnêrîn bû ku êrîş binpêkariyeke diyar a serweriya Iraqê ye û tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna tiştên saxtekirî kiriye ku di van salên dawiyê de ji bo êrîşa ser Hewlêrê têne bikaranîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herweha dibêje, wî daxwaz ji hevbeşên xwe yê Amerîkî kiriye ku zêdetir piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin.

Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Amerîkayê Jack Sullivan jî roja Yekşembê 13ê Adara 2022an têkildarî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê ji medyaya welatê xwe re ragihandibû, Washington li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dişêwire daku şiyana berevaniya mûşekî bidest bixe.

Sullivan gotibû, “Em li gel hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistan dişêwirin, ji bo em alîkariya wan bikin ku karînên berevaniya mûşekî bi dest bixin daku bikarin li bajarên xwe, berevaniyê li xwe bikin û xwe biparêzin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin