Wezareta Dadê ya Sûriyeyê: Gef û azadiya ramanê ji hev cuda ne

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê: Gef û azadiya ramanê ji hev cuda ne

.

A+A-

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê tekez kir ku parastina yekparçeyî û serweriya dewletê prensîbeke destûrî ya neguher e û ew ti destdirêjî û zêdegaviyekê qebûl nakin.

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê doh di daxuyaniyekê de ragihand ku her bang an kiryarek ku zirarê bide vê bingehê, wekî tawaneke metirsîdar a li dijî ewlehiya dewletê tê hejmartin û dê rûbirûyî rêkarên yasayî yên tund bibe.

Wezaretê destnîşan kir, "Dewleta Sûriyeyê pabendî prensîba serweriya yasayê û rêzgirtina li maf û azadiyên giştî ye ku destûrê ew garantî kirine.

Azadiya raderbirînê jî mafekî parastî ye, bi wî mercî ku di çarçoveya yasayê de be û aştiya civakî biparêze."

"Armanc parastina can û malê welatiyan e"

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca yasayên karpêkirî parastina canê welatiyan û mal û milkên giştî û taybet e û wiha hat gotin:

"Ew rê li ber her karekî digirin ku bibe sedema têkdana ewlehiyê yan astengkirina jiyana giştî. Her karekî dijî van rêkaran wekî binpêkirineke eşkere ya yasayê tê dîtin."

Cudahiya di navbera raman û gefan de

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê bal kişand ser cudahiya di navbera azadiya ramanê û gefan de û got:

"Dewlet bi awayekî zelal cudahiyê dixe navbera derbirîna aştiyane ya bîr û ramanan û wan karên ku handan, heqaret û gefan li ser aştiya civakî dihewînin.

Di nav van de bikaranîna gotara taîfî yan mezhebî yan her cure kîn, nefret û dabeşkirina di navbera beşên civakê de hene.

Ev kar qedexe ne û cezayê wan ê yasayî heye, ji ber ku metirsiyeke rasterast in li ser yekrêziya civakê."

"Çavpoşî nayê kirin"

Her wiha hat destnîşankirin ku saziyên dewletê çavê xwe li ti cure derketina ji yasayê nagirin û yasa dê li ser hemûyan bêyî cudahî were bicihkirin.

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê di dawiyî de ji hemû welatiyan xwest ku "di dema bikaranîna mafên xwe de pabendî yasayê bin û berpirsyariya niştimanî bigirin ser xwe" û hişyarî da ku aliyên pêwendîdar dê ji bo parastina giştî û ewlehiya dewletê hemû rêkarên pêwîst li hemberî serpêçikaran bigirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin