
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Di êrişan de zerereke mezin gihiştiye bîrên petrolê
.
- Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê derbarê êrişên bi dronan daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî got ku hinek “êrişên terorîstî" li ser parzûngehê petrolê yên Tawkê, Pêşxabûr û Şêxanê pêk hatine û di encamê de "zerereke mezin gihaye binesaziya parzûngehan."
Li gorî daxuyaniyê, di êrişan de zererên canî çênebûne lê “zerereke mezin” gihaye binesaziya parzûngehan.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî da zanîn ku, "Van êrişên terorîstî bi tundî şermezar dike ku mebesta wan lêdana binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê û çêkirina metirsiyê li ser selametiya karmendên sivîl ên sektora enerjiyê ye."
"Bi lezgînî bikevin dewrê”
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bang li hemû aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî kir û got:
"Bi lezgînî bikevin dewrê ji bo parastina canê karmendên sivîl, ewlehiya enerjiyê û rêgirtina li êrişên din ên li ser sektora enerjiyê ya Kurdistanê."
"Em dê hemû hewlên xwe bidin”
Wezaretê di dawiya daxuyaniya xwe de jî wiha got:
"Em dê hemû hewlên xwe bidin ji bo parastina canê karmendên sektora enerjiyê û pozîsyona stratejîk a di dabînkirina aramîya enerjiyê de li herêmê û cîhanê."
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku îro bi rêya sê dronên bombebarkirî êrişî 2 parzûngehên petrolê yên Zaxoyê hatiye kirin.
Dezgeha Dijîterora Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de belav kir:
"Li gorî agahiyên me, saet 06:00 û 06:15ê sibeha îro bi rêya du dronên bombebarkirî êrişî parzûngeha petrolê ya DNOyê ya li Pêşxabûra Zaxoyê hat kirin."
Her wiha di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, "Saet 07:00ê sibehê bi rêya droneke bombebekirî êrişî ser parzûngeha petrolê ya DNOyê ya li Tawkêya Zaxoyê hat kirin."
Dijîterora Kurdistanê destnîşan kir ku saet 07:14an jî li Şêxanê êrişî pazgûngeheke petrolê hatiye kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin