Weşanxaneya Nayê sê pirtûkên Eskerê Boyikî çap kirine

Weşanxaneya Nayê sê pirtûkên Eskerê Boyikî çap kirine

.

A+A-

Weşanxaneyê, pirtûkeke helbestan û du jî lêkolînên nivîskar Eskerê Boyikî çap kirine.

Weşanxaneya Nayê sê pirtûkên nivîskar û lêkolîner Eskerê Boyikî çap kirine.

Pirtûkek ji berhevoka helbestên Boyikî pêk hatiye yek jê derbarê “Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza”de ye, ya din jî li ser Evdalê Zeynikê û Cegerxwînî ye.

“Êzdîxana Min”

“Êzdîxana Min” pirtûka helbestan e. Boyikî ev helbest di navbera salên 1967-2021ê de nivîsandine. Helbestkar cî daye 56 helbestan. Bi giştî pirtûk xerîbî, koçerî, îmajên jiyanî, keser, dûrmayîna ji welêt, kuştin û sembol û naverokên her wekî van dihewîne. Êzdiyatî û term û têgehên bi Êzdiyatiyê re têkildar zêdetirîn bala mirov dikşîne di pirtûkê de. Laliş, komkujî, Çarşema Sor, Şengal û hinên din.

“Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza”

Pirtûka din a Eskerê Boyikî “Berxwedana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza” ye. Cureyê vê pirtûkê lêkolîn e. Boyik bi vê pirtûkê behsa Mîrzikê Zaza, Komkujiya Dela, Ridiwan Şerê Erenza Şêxan, Nameyên Mîrzikê Zaza ji Serleşkerê Rûs re şandine, Kuştina Mîrzikê Zaza û Dawiya Mîrgeha Xalta kiriye. Ev naverok wek beşên serbixwe hatine lêkolandin û nivîsandin. Mîrzikê Zaza kî ye, komkujiya Dela çawa bibû, ev gund û Ridiwan li ku derê bûn, şerê Erenza Şêxan kengê û li ser çi bû? Boyik bersiva van pirsan di pirtûkê de daye.

Cegerxwîn û Evdalê Zeynikê

Pirtûka sêyem jî bi navê “Du Lêkolîn Li Ser Du Mezinan: Cegerxwîn, Evdalê Zeynikê” hatiye weşandin. Boyikî bi vê pirtûkê behsa dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê û helbestkarê mezin Cegerxwînî kiriye. Li ser wêjeya wan, şexsiyet û jiyana wan rawestiyaye. Dîsa behsa naverokên folklorîk jî kiriye.

Pirtûk ji du beşan pêk hatiye. Sernavên di naveroka pirtûkê de ev in: Cegerxwîn Dengê Gelê Kurd e, Cegerxwîn û Folklora Kurdî, Cegerxwîn û Zargotin, Cegerxwîn û Stranbêjî, Bilbilê Welatê Serhedê: Evdalê Zeynikê, Zargotina Kurdî û Berhevoka “Folklora Kurmanca”.

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin