Werzişvanên Kurd ên Gurcistanê Alaya Kurdistanê bilind dikin

Werzişvanên Kurd ên Gurcistanê Alaya Kurdistanê bilind dikin

.

A+A-

 Werzîşvanên kickboksîngê yên Kurdên Gurcistanê David Fêroyî û Danya Fêroyî Alaya Kurdistanê di lîstikên xwe de bilind dikin.

Gurcistan, welatekî biçûk e û li başûrê Qefqasyayê ye û nêzîkî 30-35 hezar Kurdên Êzidî û Xirîstiyan lê dijîn.

Di nav diyasporaya Kurdên Gurcistanê de ji serdema Sovyêtê ve, çendîn rewşenbîr û hunermendên navdar derketine.

Kurdên Gurcistanê ji xeynî wan, di warê werzişê de jî her li pêş bûn û bi dehan werzişvan gihîştine asta herî bilind.

Davîd û Danyal Fêroyî pismam in, wan ji 10 saliyê xwe ve dest bi werzişa kickboksîngê kiriye.

Davîd Fêroyî çendîn caran bûye şampiyonê Gurcistanê, Ewropa û cîhanê.

Danyal jî çend caran bûye şampiyonê Gurcistanê û xelata duyem a şampiyoniya cîhanê wergirtiye.

Davîd sala 2019an bû şampiyonê cîhanê û Danyal jî pileya duyem bi dest xist.

Serokê Federasyona Kickboksîngê yê Gurcistanê Laşa Çuradze got:

“10 sal berê David û Daniyel hatin werşixaneya min û piştî salekê her du bûn şampiyonê Gurcistanê.

Paşê ew li turnuvayê li Ermenistanê bi ser ketin û pey re jî li gelek turnêvayîn din. Sala 2019 Davîd bû şampiyonê cîhanê û Daniyel jî bû duyemîn.”

Laşa Çuradze her wiha da zanîn ku gelek hevalên wî yên Kurd hene û got:

“Ez bi Kurda re mezin bûme. Di xortaniya min de me bi hev re rahênan dikir.

Heta ku hinekî bi Kurdî jî dizanim. Werzişvanên xurt ên Kurd hebûn. Hinek ji wan, 10 caran bûbûn şampiyonê Gurcistanê.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin