‘’Werin Em Li Bakurê Kurdistanê MECLÎSA ZİMANÊ KURDΠ Ava Bikin"

‘’Werin Em Li Bakurê Kurdistanê MECLÎSA ZİMANÊ KURDΠ Ava Bikin"

.

A+A-

Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Vahît Aba di konferansa PZKyê de axaft:

Platforma Zimanê Kurdî roja 21.02.2024ê, li Amedê, bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî,  Konferansa Ziman û Sîyasetê li dar xist. Berpisyarên partîyên sîyasî û rewşenbîrên kurd di vê konferansê de axaftin.

Yek ji berdevkên PZKyê û Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Vahît Aba jî di derbarê girîngîya axftin, birêxistinbûyîn, perwerde û fermîbûna zimanê kurdî de axaftine kir.

Ev jî axftina Vahît Aba ye.

Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Vahît Aba:

‘’Werin Em Li Bakurê Kurdistanê MECLÎSA ZİMANÊ KURDΠ Ava Bikin"

21ê Sibatê li cîhanê ji alîyê UNESCOyê ve wek ‘’Roja  Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’’ hatîye qebûlkirin.

Dewleta Tirkîyeyê 100 sal e, li himberî miletê Kurd û li himber zimanê kurdî sîyaseta asîmîlasyon, înkar, zilm, heqaret, ceza û qedexeyan dimeşîne. Di encama vê sîyasetê de, bi milyonan kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê dijîn,  bi kurdî nizanin, nikarin bi zimanê dayikê biaxivin û mixabin bes nîsbeyeke kêm ji kurdan bi xwendin û nivîsandina bi kurdî dizanin.

Dewleta Tirkîyeyê di çerçoweya peywendîyên li gel Yekitîya Ewropayê de, di van salên dawî de dest bi telewîzyona TRT-KURDÎ kir, li 5 Unîwersîteyan Beşa Ziman û Çanda Kurdî vekir, li dibistanan de di pola 5,6,7,8ê de dersa bijarte ya kurdî destpê kir. Ev gav helbete ku ji bo zimanê kurdî baş in. Lê cîhê balê ye ku ev hersê pêngav jî, di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê û di tu qanûnên peywendîdar de wek fermî, yasayî nehatine bicîh kirin.Bes bi  biryarnameyekê hatine destpêkirin.herweha em dibînin ku gelek astengîyên cûr be cûr ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî têne derxistin.

Di rewşeke weha de, mane û girîngîya ‘Roja  Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’ zêdetir dibe.

Zimanê Kurdî  jibo hebûn û jîyan û berdewamî û vejîna miletê Kurd heykelekî esasî ye, bingehê miletbûnê ye.

Tecrubeyên hemû miletan îspat kirîye ku zimanê miletekî, herî baş, li ser axa welatê xwe û bi desthilatdarîya wî miletî dikare bijî, geş bibe û bibe zimanê hemû beşên jîyanê. Ji ber vê rastîyê  jî bi statuyeke sîyasî, cografî, milî ya ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe, bikaribe xwe îdare bike de, di welatekî azad de, zimanê kurdî herî baş dikare wek zimanê perwerdeyê û zimanê jîyanê qîmeta xwe ya eslî  bibîne.

Lê heta ku welatê me azad bibe, heta ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe statuyeke sîyasî bidest bixe, ji îro ve, ji bo rêlibergirtina vê siyaseta asîmîlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî, gelek tiştên ku em dikarın bikin hene û dive em bikin jî..

Ji ber vê rastîyê, em dibêjin, werin em 21ê Sibat a 2024yê ji bo zimanê kurdî bikin mîladekê, em ji bo zimanê kurdî rûpeleke nû vekin.

 

Em wek sîyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurdan, wek kurdên ji hemû beşên civatê û ji hemû ol û mezheban û malbatên kurdan,  divê  em fêrbûn, axaftin, fêrkirin, lêxwedîderketina zimanê kurdî ji xwe re wek berpirsyarî û wazîfeyeke esasî qebûl bikin û di jîyanê de hemû pêwîstîyên wê bicîh bînin.

Divê hemû partî, rêxistin û dezgehên Kurdî,  Kurdistanî, ji bo endamên xwe yên Kurd ên ku bi kurdî nizanin kursan vekin, an wan di kursên kurdî de bidin qeyd kirin da ku  kurdî fêr bibin.

Li Bakurê Kurdistanê û li bajarên metrolên Tirkîyeyê, ji bo ku kursên zimanê kurdî bêne vekirin, ji bo  pirtûkên fêrbûna bi kurdî belaş li malbatan bêne belav kirin; ji bo pirtûkên kurdî zêdetir bêne xwendin, ji bo zêdetir kes bikaribin li tîyatro û fîlmên bi kurdî temaşe bikin, ji bo muzîka kurdî, berhemên din yên hunerî yên hunermendên kurdan û hemû xebat û çalakîyên bi kurdî  zêdetir bigihêjin civatê, ji bo zarokên biçûk ên kurd kurdî fêrbibin û biaxivin, bila kreşên zarokan bêne vekirin; em xebat û kampanyayeke berfireh destpê bikin da ku, beledîye, weqif, dezgehên sivîl û dezhegên meslekî û  karsaz, alîkarîyên aborî bikin, piştgirîya van xebatan bikin, ji bo pêkanîna van karan gavên pratîkî bavêjin.

Wek prensîb, di hemû beşên jîyanê de, bi kesekî ku bi kurdî dizane, em bi tu zimanekî din neaxivin.

Ji bo ku  di Balafirgehên li Kurdistanê û balafirên ku ji bo Kurdistanê seferê dikin de anonsên bi kurdî jî bêne xwendin û ji bo ev pêk bê, divê em xebateke berfireh bikin.

Divê em lêbixebitin ku, li hemû hotêl, restorant û kafeteryayên li Kurdistanê , tabelayên bi kurdî jî bêne darve kirin û menûyên wan bi tirkî û bi kurdî bin.

Hemû partî, tevger û rêxistinên Kurd, Kürdistanî,  dezgehên sivîl û dezgehên meslekî, telewîzyon, radyo, dezgehên ragehandinê yên li Kurdistanê bila wek prensîbeke sereke, di hemû daxuyanî, çalakî, bername û weşanên xwe de herdu zaravayên kurdî (kurmanci ve kirdki/zazakî) jî esas bigirin, bikarbînin. Ji ber rastîya bi milyonan kurdên ku bi kurdî nizanin û ji ber ku em li  welatê xwe li gel gelên din jî dijîn, helbete ku em dê zimanê tirkî jî bikarbînîn.

Ji bo ku dewlet pirtûkên fêrbûna kurdî li hemû malbatên kurdan belav bike, em xebat û kampanyayeke berfireh destpê bikin.

Em bi hemû parlamenterên kurd yên li Parlamentoya Tirkîyeyê ne biaxivin, ji bo ku  li Parlamentoya Tirkîyeyê zimanê kurdî wek ‘Zimanê X, Zimanê ku kes nizane çi zimane’ neyê qeyd kirin, ji bo ku gava parlamenterek bi kurdî diaxive mîkrofona wî neyê girtin, rê li ber axaftina wî neyê girtin, bila bi yekdengî daxwazekê pêşkêşî Serokatîya Parlamentoyê bikin. Ji bo hemû astengî û qedexeyên  li ser zimanê kurdî hene rabin,  bila hewl û xebateke  berfireh li Parlamentoya Tirkîyeyê de destpê bikin.

Em li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê  kampanyayeke berfirehtir û organîzetir  ji bo  bijartina dersa bijarte ya kurdî bimeşînin.  Ji bo dersa bijarte ya kurdî ji dibistana zarokan a berîya pola yekem û heta dawîya temam kirina unîwersîteyê hebe, em xebat û kampanyayeke berfireh destpê bikin.

Li Diasporayê, li welatên ku mafê dersa kurdî heye, ji bo ku malbatên kurdan zarokên xwe li dersa kurdî qeyd bikin,  divê em kampanyayeke berfireh destpêbikin.

Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, mafekî gerdûnî ye. Di gelek peymanên navneteweyî yên ku Dewleta Tirkîyeyê jî îmze kirine de, mafê perwerdeya zikmakî hatîye qebûl kirin. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî, divê em bi hemû hêza xwe seferber bibin. Ev maf divê di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên peywendîdar de bêne bicîh kirin. Herweha ya herî baş ewe, ji bo ku em van mafên xwe bidest bixin, li gel xebatên me hemûyan yên  pir alî, Baroyên li Kurdistanê ne, dikarin bi komîsyoneke taybet, li himberî Dewleta Tirkîyeyê û di qada navneteweyî de gavên yasayî û hiqûqî bavêjin.

Ji bo ku Dewleta Tirkîyeyê  bi awayekî fermî ‘’Dezgeha Zimanê Kurdî’’ damezrîne , em xebateke berfireh destpe bikin.

Werin em li Bakurê Kurdistanê MECLÎSA ZİMANÊ KURDΠ ava bikin. Ev meclîs dikare  ji hemû dezgeh, rêxistin, komele, weqif, kovar, weşanxane, komîsyonên zimanê kurdî yên partîyên sîyasî, ji Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baro û dezgehên meslekî û sivîl , ji  zimanzan, ekonomîst, sosyolog, perwerdekar, nivîskar û hunermendên  kurd pêk bê. Ji bo MECLÎSA ZİMANÊ KURDΠ wek fermî jî bê damezrandin,  em serîlêdana  yasayî jî bikin.

Ji bo ku kurdên Başûr û kurdên Bakur baştir ji hevdu fêhm bikin, ji hevdu haydar bibin, bila Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê wek dersekê, bi tîpên latînî kurdî fêrî şagirtan bike.

Zimanê kurdî bi sedan salan rû bi rûyî neheqîyê bûye, zerareke mezin dîtîye, mexdûr bûye. Ji bo telafîkirina van neheqî û zerar û mexdûrîyetan,  lêxwedîderketineke xurt ya bi destê dewletekê gelekî girîng e. Nuha di vî warî de Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê dikare roleke dîrokî bilihîze. Pêkhateyên MECLÎSA ZİMANÊ KURDΠ bi Parlamento, Serokatî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, bi Wezareta Perwerdeyê û bi Wezareta Xwendina Bala re dikarin hevdîtinan bikin da ku li Başûrê Kurdistanê WEZARETA ZIMANÊ KURDΠ bê damezrandin. Bila WEZARETA ZIMANÊ KURDΠ  ji bo xebat, lêkolîn, gramer,arşîv, fêrkirin, pêşdebirin û sîstematîze kirina hemû xebatên di derbarê zimanê kurdî yên li her çar perçeyên Kurdistanê û li diasporayê organîze bike, fînanse bike, bibe navendeke esasî ya zimanê kurdî.

Ji bo Neteweyên Yekbûyî û Yekitîya Ewropayê  zimanê kurdî biparêzin, bi piştgirîya aborî û dîplomatîk li projeyên ji bo zimanê kurdî xwedî derkevin, li himberî  qedexe û astengîyên li ber zimanê kurdî helwesteke zelal bigirin, divê  di qada navneteweyî de, bi taybetî bi pêşkêşîya potansîyela diasporaya kurdan, em xebateke berfireh destpê bikin.

Ji bo nirxandin û bicîh anîna van fikir û pêşniyarîyan,  em dibêjin, demildest em MECLÎSA ZIMANÊ KURDÎ ava bikin û em bi hevre bi vê armancê, nexşerê û bernameyeke  xebatê tesbît bikin û gavan bavêjin.

Ji bo bidest xistina van hemû maf û azadî û destkeftinên ji bo zimanê kurdî, garantîya esasî, hêza girseyî ya miletê Kurd e,  tifaqa miletê Kurd e. Aşkereye ku, ji bo pêşdeçûn û serkeftinê,  divê hemû xebatên yasayî û  demokratîk,  li gel hişmendî û çalakîyên bêîtîatîya sivîl bêne meşandin.

Li gel silav û rêzên xwe.

21.02.2024

Vahît Aba

Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin