
Welî: Heseke, Reqa û Siweyda ne di bin serweriya dewletê de ne
.
Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyeyê Mihemed Welî, sedemên paşxistina hilbijartinan li parêzgehên Hesekê, Reqa û Siweydayê aşkere kir û got, "Paşxistin demkî ye û ji bo misogerkirina rewşeke aram û guncaw hatiye kirin. Armanca me ya dawî ew e ku encûmeneke nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike, ava bibe."
Mihemed Welî, ku endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinan e, ji K24ê re ragihand, armanca sereke ya hilbijartinan ew e ku "Encûmeneke Gel a nûner û dadmend" were avakirin ku hemû pêkhate û welatiyên Sûriyeyê tê de cih bigirin.
Welî da zanîn, komîteya wan piştî serdana 11 parêzgehan, dîtiye ku rewşa parêzgehên Hesekê, Reqa û Siweydayê ne di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de ne û ne di bin serweriya dewletê de ye û ji bo birêveçûna hilbijartinan ne guncay ye.
Herwiha got: "Ji bo lidarxistina hilbijartinan, pêwîstî bi rewşeke aramî û aştiyê heye. Me nekariye bi awayekî pêwîst bi civak û kesayetên van herêman re hevdîtinan bikin."
Welî tekez kir, paşxistina hilbijartinan li van sê parêzgehan "demkî ye" û bi wateya cudakirinê nîne. Armanc ew e ku piştî diyalog û danûstandinan, rewşek were afirandin ku hemû welatî karibin bi awayekî azad beşdar bibin.
"Divê hemû axa Sûriyeyê di bin serweriya dewletê de be"
Mihemed Welî got: "Encûmana Gel nûnertiya serweriya dewlet û gelê Sûriyeyê dike. Ji ber vê yekê, pêwîst e hilbijartin di bin serweriya dewleta Sûriyeyê de li seranserê axa welat birêve biçin. Heta niha di navbera me û hikûmeta Sûriyeyê û HSD'ê de danûstandin berdewam in da ku em vê rewşê misoger bikin."
Welî herwiha behsa mafên Kurdan kir û got: "Di pêvajoya amadekirina yasaya demkî ya hilbijartinan de, me mafê welatiyên Kurd ên ku di serjimêriya 1962'an de wek 'biyanî' û 'mektûm' hatibûn tomarkirin û di 2011'an de nasnameya xwe wergirtin jî li ber çavan girtiye, da ku ew jî karibin beşdar bibin."
Di dawiyê de, Mihemed Welî tekez kir, armanca wan a stratejîk ew e ku bi rêya van hilbijartinan, Sûriye ji qanûnên rejîma Beisê were rizgarkirin û destûreke nû û daîmî were nivîsandin ku maf û azadiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger bike.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin