Welatperwerê Kurd Mehmûd Nêşite dê li Amedê bê bibîranîn

Welatperwerê Kurd Mehmûd Nêşite dê li Amedê bê bibîranîn

.

A+A-

Kedkarê zimanê kurdî,  kedkarê doza azadîya Kurdistanê Mehmûd Yoruk (Mehmûd Nêşîte) par roja 09.11.2022an li Amedê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû. 

Welatperwerê Kurd, endamê Grûba Xebatê ya Vateyî Mehmûd Yoruk, di yekemin sealvegera wefata xwe de li Amedê ji aliye dost û hezkiriyên xwe ve dê bê bibîranînê.

Bernameya bibîranînê dê ji aliyê Komeleya Çand, Perwerde û Hevkariyê ya Farqînê bê organizekirin û dê roja Pêncşemê ( 09.11.2023) saete 11.00'an  mizgefta Yenîkoyê pêk were. 

Li ser navê Komeleya Farqînê Mehmet Çelîker belavok hatin amadekirin û  wiha hat gotin: Ji bo salvegera wefata Mamosta Mehmûd Nêşite emê bi dost, heval û hogirê wî ra bibîranîn pêk bînin. 

Kerem bikin, em bihevra silavekî li Mamoste bikin.

Mehmûd Nêşîte kî ye?

Mehmûd Nêşîte di sala 1945'an de li gundê Xosora ser bi navçeya Licêya Amedê ji dayik bû. Ew mamoste bû. Piştî teweqîtiya xwe li HADEP'ê û sendîkayan bi awayeke çalak xebitî. Nivîskarê kurd demeke dirêj bi zaravayê kirmanckî ya kurdî ders dida. Ew xebatkarekî çalak ê Grûba Vateyê bû. Wî heta niha 5 pirtûkên çîrokan ên zarokan bi kirmanckî ji weşanê re amade kiribû.

nesite.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin