Welatparêzê Kurd Kamil Sumbul îro li Stockholm spartin axê

Welatparêzê Kurd Kamil Sumbul îro li Stockholm spartin axê

.

A+A-

Îro li Stockholmê Welatparêzê kurd, xebatkarê doza azadîya Kurdistanê, şahid û mexdûrê zilma zindana Diyarbekirê, Kamil Sumbul bi beşdariya malbat, rewşenbîr , siyasetmedar, nivîskar, dost û hevalan bi merasimekê spartin axê

Di merasimê de li ser goristanê gelek nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîr, nas û dostên Kamil Sumbul li gel malbata wî xatirên xwe yên dawî xwestin û axaftin kirin. 

Dost û hevkarê Kamil Sumbul, xwediyê weşanxeneya APECê Ali çiftçî merasimê bi rêvebir, bi swêdî û kurdî li ser jiyana Kamil Sumbul axivî, dûre  hevalê wî yê salane û yek ji rêvebirêRizgarî-Ala Rizgarî birêz Ikram Delen bi kurtî qala jiyana Kamil Sumbul ya siyasî kir. 

Beşa duyem ya axaftinê piştî axspartinê û nanxwarinê li wargehek din dom kir. Yek ji rêvebirê PWK-Swêdê, rêhevalê Kamil ê qedîm Nîhat Akar axaftin kir. Di axaftina xwe de N. Akar got: ”Min rêhaveliyeke dûr û dirêj bi Kamil re kir. Kamil di her war û derfetê de fedekarî dikir. Van salên dawîn ji ber nexweşîn û rewşa xwe nikaribû fîîlî kar bikira, lê him maddî û manewî li piştgiriya xebata me dikir. Dure hevalên wî yeko yeko axivîn û behsa kar û xebat û rêhevaltiya salan kirin. Yek ji axaftinên hestyar a Mehmet Selîm uzun bû; ”Cara dawîn beriya herim welat, min ji Kamil pirsî, daxwazek te heye. Kamil got ji min re şewqeyek pênckoşe ya Xarpitê bîne. Min şewqeyê kirî û dema vegeriyam Swêdê, lê pirsî, got ez nexweşim, ez dema Newrozê bêm Stockholmê em hev bibînin. Kamil koça ebedî kir, şewqe di destê min de ma, ez şewqê li ber wêneyî datînim”

Lawê Kamîl Sumbul, Kawan li ser navê malbatê axivî û spasiya hemû beşdaran kir

Kamil Sumbul Nivîskarê 3 pirtûkan bû û gelek makale/nivîs dinivîsand , yek ji nivîskarê malpera Rûpela Nû û rupela Netewe yê bû.

2024-02-24 Stockholm

Roza Kurd

whatsapp-image-2024-02-25-at-10-12-43-2.jpegwhatsapp-image-2024-02-25-at-10-12-43-1.jpegwhatsapp-image-2024-02-25-at-10-12-42-3.jpegwhatsapp-image-2024-02-25-at-10-12-42-2.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin