
Welatî dixwazin ku mal û dadgeha Qazî Mihemed bên parastin
.
Serok Mesûd Barzanî diyar kir ku ew dixwazin destûr were bicihkirin û got, “Me tiştekî ji çarçoveya destûrê zêdetir nexwestiye lê em wê tiştê jî qebûl nakin ku ji ya destûrê daye me kêmtir be.”
Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê Balyoza Almanyayê ya Îraqê Christiane Hohmann û şandeya li gel wê pêşwazî kir.
Christiane Hohmann bi mebesta xatirxwestinê û bidawîhatina erkên xwe Serok Mesûd Barzanî ziyaret kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Mesûd Barzanî di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Hewlêrê, rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li herêmê û Îraqê û pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Almanyayê re hat gotûbêjkirin.
"Çareserî cîbicîkirina destûrê ye"
Serok Barzanî spasiya rola Almanya û Yekîtiya Ewropayê ji bo piştgiriya wan a ji bo parastina destûrî ya Herêma Kurdistanê kir.
Serok Barzanî derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan kir û got:
“Vegera li ser prensîpên lihevkirin, hevsengî û hevbeşiyê, baştirîn çareserî ye.”
Serok Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê daxwazên xwe di çarçoveya destûra Îraqê de pêşkêş dike û got:
“Me tiştekî ji çarçoveya destûrê zêdetir nexwestiye lê lê em wê tiştê jî qebûl nakin ku ji ya destûrê daye gelê Herêma Kurdistanê kêmtir be.
“Em dixwazin destûr were cîbicîkirin.”
Serok Barzanî amaje bi pêngavên avakirina kabîneya Herêma Kurdistanê jî kir û da zanîn ku piştî civîna polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), têgihiştineke baştir ji bo vê mijarê çêbûye û hêvî xwest ku kabîneya nû beriya hilbijartinên parlamentoya Îraqê bê avakirin.
“Divê statûya Herêma Kurdistanê were parastin”
Ji aliyê xwe ve, Balyoza Almanyayê Christiane Hohmannê spasiya rola Serok Barzanî kir û piştgiriya Almanya û welatên Ewropayê ji bo statûya destûrî ya Herêma Kurdistanê dubare kir û got:
“Hebûna çend konsulxaneyan li Herêmê, peyamek e ku divê statuya Herêma Kurdistanê were parastin.”
Christiane Hohmannê her wiha pesnê serkeftinên Herêma Kurdistanê yên di warên binesaziya aborî, aramî û ewlehiyê de da û hêviya xwe anî ziman ku ev modela serkeftî, bi taybetî di warê xizmetguzariyên wekî av û elektrîkê de, li deverên din ên Îraqê jî were bicihanîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin