Nezîr Cibo

Nezîr Cibo

Hemû nivîsên nivîskar >

Welat bi çêkirina avahiyên bilind pêşve naçe

A+A-

Berya niha bi çend roja li Kurdistana Başûr, li bajarê Duhokê, Zaxo û peytexta heremê li Erbîlê baranek zêde hat û bû sedema pêl û lehîyê.

Cejna newrozê ket navberê û ev malwêranî da jibîrkirin. Lê gerek newê jibîrkirin û liser sebeb û çareserîyan, pêşî berpirsyar û rêvebirin heremê bisekinin û bifikirin.

Di encama vê lehîyê de zerereke mezin pêk hat.

Bi taybetî li parêzgeh û navenda bajarê Duhokê bi dehan xanî wêran bûn, gelek rê hatine girtin, bendavên biçûk têk çûn, zararên gîyanî jî çêbûn.

Ez sersaxî û derbasî dixwazim û hêvîdikim careke din malwêranîyek wiha neqewime.

Lê mixabin bûyerên wiha bi hêvî û dilxwazîyan nasekinin. Jibona felaketên wiha neqewimin di warê bajarsazî, hawîrparêzî û bicehbunê de tedbîr û hişmendîyeke serrast û modern lazim e.

Zanîyarên ekolojî û xwezaparêzîyê dibêjin;

Ger tu li xwezayê xweyî derneyê û zererê bidîyê, ew jî wê xwe biparêze, tola xwe hilîne û zererê bide te. Ev qanûna xwezayê ye.

Her wek tê zanîn bûyerên wiha li Tirkî jî di qewimin. Çaxê min nûçeyên lehîya Başûr temaşekir, wêneyên lehîyên Tirkîyê hatin ber çavên min.

Li Tirkîyê, di her şilîyê de bûyerin wiha diqewimin û zererên maddî û giyanî çêdibin. Sebebê vê yekê, bê şik dîyare ; Bajarsazî û bicihsazî ne li gora ilmê mîmarîyê û ekolojîyê ye. Hêjî li gora hişmendiya bav û kala û li gora bidest xistina rantê dimeşe.

Bi dîtîna min, Başûr di vê mijarêde Tîrkîyê ji xwere wek mînak digre. Bajarsazî û bicihsazîya wan teqlît dike. Ez bawerim kesên ku ziyaretîya başûr kiribin û dikin wê heq bidin min. Wek gelek mijaran di vê warîde jî plan û projeyên wanî taybet û modern tunenin. Hêjî li gelek bajar û navçeyên başûr şebekên avê û qenalîzasyonên wan ya tunenin yan jî ne li gora pêwîstîyên civakê ne. Sazî û paqijîya hawirdor ne tekûz e.

Bi destê muteahîtên Tirka, li Hewlêra rengîn û gelek derên din rezîdans û apartmanan bilind dikin. Bajar û bajarokên heremê bi blokên betonê di xemilînin!

Bi kurtasî bêjim;

Welat bi bilindkirina avahiyan û bi blokên betonê pêşte naçe. Bi plan, proje û bi hişmendîyek modern û ilmî, pêşte diçe.

Pêwîstî ewe ku em ne Tirkî an dewletên rojhilata navîn, dewletên Ewrûpa ji xwere bikin mînak. Û hûn sax...

Önceki ve Sonraki Yazılar