
Wê Swêd piştevaniya bo HSDê dewam bike
.
A+A-
Welatê Swêd ku di mijara endamtiya NATOyê de, bi sedema piştgiriya bo YPG/PYD û HSDê rûbirûyî nerazîbûn û vetoya Tirkiyê bûye, biryar da piştevaniya xwe ya bo HSD û Rojavayê Kurdistanê berdewam bike.
Hat ragihandin ku Serokwezîra Swêd Magdalena Andersson, bi parlamentara Kurd a welatiya Swêd Amineh Kakabaveh, li beramber piştevaniya bawerîdana hikûmetê li hev kiriye.
Hêjayî gotinê ye, di dengdana doh 7ê Hezîranê ya baweriyê de, parlamentara Kurd dengê ‘bêlayan’ bikar anîbû û bi 1 dengî rê li ber destkişandina wezîrê dadê û hilweşîna hikûmeta Swêd girtibû.
Li aliyê din Tirkiye bi hinceta ku Swêd piştevaniya PKKê ango PYD/HSDê dike, gefa vetokirina serlêdana NATOyê li Swêd xwaribû ku di hevdîtinan de jî ti encamek denketibû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin