Washington Post: Amerîka operasyonên xwe li bakurê Sûriyê berfireh dike

Washington Post: Amerîka operasyonên xwe li bakurê Sûriyê berfireh dike

.

A+A-

Rojnameya “Washington Post” ji zarê berpirsên rêveberiya Amerîkî ragihand, Wezareta Berevaniyê xwe amade dike ku hemû operasyonên xwe yên meydanî bi HSDê re li bakurê Sûriyê ji nû ve dest pê bike û berfireh bike.

Rojnameya Amerîkî got jî, berpirsên Amerîkî pêşbînî dikin ku ev pêngava  Pentagonê, pêwendiyên bi Tirkiyê re aloztir bike, bi taybet ku Tirkiye HSDê bi êrîşa meha borî ya li Stenbolê tometbar dike.

Washington Post diyar kir, 3 berpirsên hikûmî yên Amerîka ku nexwestin nasnameya xwe eşkere bikin, di wê baweriyê de ne ku Enqere dê bersiva biryara Washingtonê bi şandina hêzên bejayî bo bakurê Sûriyê bide” wek çawa berê jî gefa wê xwaribû.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja Duşemê got, wan dîsa dest bi operasyonên hevbeş ên dijî terorê bi Washingtonê re kirine, piştî ku  wan ji ber bombebarana Tirkiyê ew operasyon rawestandibû.

HSDê roja Înê, Ji ber bombebaran û gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya bejayî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, hemû operasyonên hevbeş yên bi Hevpeymaniya Navdewletî re li dijî DAIŞê rawestandibû.

Amerîka dibêje ku ew têdigihe nîgeraniyên Tirkiyê derbarê Sûriyê de, lê ew li dijî destpêkirina êrişa bejayî ye û dibêje, êrişên Tirkiyê rasterast ewlehiya leşkerên Amerîkî dixe metirsiyê.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin