Washington: Nûnerên Kurd dê beşdarî civînên Komîteya Bilind a Hevahengiyê bibin

Washington: Nûnerên Kurd dê beşdarî civînên Komîteya Bilind a Hevahengiyê bibin

.

A+A-

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku nûnerên Herêma Kurdistanê dê beşdarî civînên Komîteya Bilind a Hevahengiyê ya Amerîka-Îraqê bibin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, di civîna xwe ya bi rojnamegeran de bersiv da pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

Matthew Miller diyar kir ku Amerîka di çarçoveya Îraqake federal û aram de piştevaniya Herêma Kurdistaneke bihêz û berxwedêr dike.

Miller bal kişand ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got:

“Em hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem Hikûmeta Îraqê han didin ku hewlên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan du qatan zêde bikin.”

Biryar e Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja 15ê Nîsana 2024an biçe Amerîkayê û li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.

Mijara sereke ya civîna Sûdanî û Biden dê pêwendiyên Amerîka û Îraqê û gefên terorîstan û pirsgirêkên navçeyî bin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin