Washington Dixwaze Îranê ji Komîsyona Jinê ya NY Derxîne

Washington Dixwaze Îranê ji Komîsyona Jinê ya NY Derxîne

.

A+A-

Cîgira Serokê Amerîka, Kamala Harris said îro Çarşemê got ku ewê hewil bidin ku Îranê ji Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Statuya Jinê (CSW) ya bi 45 endamî derxînin.

Harris got ku ewê jiber înkarkirina mafên jinan û eciqandina tund û tûj ya xwepêşanderan wê pêngavê bavêjin û bizava derxistina Îranê ji komîsyona 45 endamî bikin.

"Bi bawerîya Welatên Yekbûyî yên Amerîka ku mafê ti dewletên sîtemkar, ku mafê keç û jinan bi awayekî sîstematîkî binpê dike, tuneye ku di qada navnetewî de û di komîsyoneke NY de cîh bigire ku jibo parastina heman mafan hatine damezirandin," Harris bi daxuyanîyekê got.

Îran, dest bi endamtîya çar salan ya komîsyonê dike ku her sal di meha Adarê de dicive û pêşvebirina mafê jinan û wekhevîya zayendî dike armanc.

Îran di çend hefteyên borî de rûbirûyê xwepêşandanîn girseyî bûye ku piştî kuştina qîza Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya di bin desteserkirina polîsan de destpê bûne û li seranser wî welatî belav bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin