WAN - Daxwaza perwerdeya bi Kurdî hat kirin

WAN - Daxwaza perwerdeya bi Kurdî hat kirin

.

A+A-

 Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Komeleya Pêşvebirina Çand û Ziman (KURDÎGEH) belavok hatin belavkirin û daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî hat kirin.

Li navenda Wanê bi beşdarbûna parlamenterên DEM Partiyê Mahmut Dîndar û Zulkuf Uçar xwenîşandan hat kirin.

Girseyê xwenîşandanê heta Kolana Cumhurriyetê meşiya û ji bo balê bikişînin ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê belavok belav kirin.

Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê çalakiyê peyam û dîmen belav kirin.

“Perwerdeya bi Kurdî mafê gelê Kurd ê”

Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê di peyama xwe de got:

“Perwerdeya bi Kurdî mafê gelê Kurd ê herî pîroz e.

Em îro bi pêşengiya KURDÎGEHê beşdarî çalakiya ji bo perwerdeya bi Kurdî bûn.

Em dê li her derê zimanê xwe biparêzin.”

Xwenîşandan û çalakiyên derbarê statu û perwerdeya bi zimanê Kurdî li seranserê Bakurê Kurdistanê didomin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin