Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir

Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir

.

A+A-

Di nav de firandina pifdank û fanosa mirazan jî, Walîtiya Colemêrgê hemû çalakî qedexekirin. 

Ji meş û daxuyaniyan heta rûniştinê, Walîtiya Colemêrgê ji bo 15 rojan hemû cureyên çalakiyan qedexe kirin. 

Di daxuyaniya walîtiyê de hat destnîşankirin ku navçe jî di nav de, biryara qedexeyê ji bo tevahiya bajêr derbasdar e. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Mîtîng, civînên li qadên vekirî, meşên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, çalakiyên protestoyî, civîn/meş/protestoyên ku weke zincîra mirovan pê çê dibin, civîn/kombûn/civînên gel, hemû çalakiyên ku bi amûrên deng-weşanê tên kirin, grevên birçîbûnê, vedana konan, vekirina standan, daxuyaniyên çapemeniyê, komkirina îmzeyan, firandina pifdank û fanosa mirazan, hemû çalakiyên hewayî yên paramotor/planor, çalakiyên weke bîranîn, konser, pîrozbahî, şano, skeç, sînevîzyon û pandomîm, vêxistina çirayan, belavkirina belavok û broşûran, daliqandina afîş/posteran, lêkirina stîckeran û her cureyên din ên çalakiyên ku li qad, cade, kolan, rê û parkan tên kirin, ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.” 

MA/

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin