
Venezuela: Êrişa Amerîkayê binpêkirina yasayan e
.
Wezareta Karên Derve ya Venezuelayê di daxuyaniyekê de bi tundî "êrişa leşkerî ya Amerîkayê red kir û wekî gelekî metirsîdar" bi nav kir.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Venezuelayê de hat gotin ku ev êriş binpêkirineke eşkere ya peymannameya Neteweyên Yekbûyî û prensîbên yasaya navneteweyî ye.
Wezareta Karên Derve ya Venezuelayê ragihand:
"Ev cure êriş gefeke rasterast in li ser ewlehî û aramiya navneteweyî, bi taybetî li herêma Amerîkaya Latîn û Karîbîkê."
Li gorî daxuyaniyê, "Armanca sereke ya êrişê tenê destdanîna ser çavkaniyên stratejîk ên Venezuelayê ye" û ne tiştekî din e.
Wezareta Karên Derve ya Venezuelayê di beşeke din a daxuyaniyê de da zanîn ku “gelê Venezuelayê careke din ji bo parastina serwerî û serxwebûna niştimanî ya xwe li dijî dagirkeran disekine.”
Venezuelayê her wiha ji hemû hêzên civakî û siyasî xwest ku plana xwenîşandan û nerazîbûna girseyî çalak bikin da ku vê "destdirêjiyê" red bikin.
Her wiha amaje bi wê yekê da ku Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro, plana parastina niştimanî ji bo rûbirûbûna gefan amade kiriye û rewşa awarte ragihandiye.
Destê sibehê nêzîkî saet 02:00an bi dema herêmî ya Venezuelayê (Saet 09:00an bi dema Hewlêrê), dengê rêzeteqînên bihêz ji Caracasa paytexta Venezuelayê hat bihîstin.
Li gel teqînan, dengê firîna balafiran li asmanê bajêr bi nizmî hat bihîstin, vê yekê tirs û dilgiraniyeke zêde di nav şêniyên paytextê de çêkir.
Wezareta Karên Derve ya Venezuelayê anî ziman, ji bilî Caracasa paytext, parêzgehên Miranda, Aragua û La Guairayê jî hatine hedefgirtin.
Amerîkayê heta niha bi fermî tiştek li ser êrişê ranegihandiye lê medyaya Amerîkayê ji zarê berpirsên welatê xwe ragihand, Trump ferman daye ku êrişî dezgehên leşkerî yên Venezuelayê were kirin.
Ev rewş di demekê de ye ku aloziya di navbera Venezuela û Amerîkayê de di asteke bilind de ye.
Hikûmeta Amerîkayê berê hêzeke deryayî ya mezin wekî beşek ji operasyoneke berfireh a bi navê "li dijî madeyên hişbir" şandibû Deryaya Karîbîkê.
Berpirsên Washingtonê çend caran tekez kiriye ku "hemû vebijêrk" ji bo dan û standina bi krîza siyasî û aborî ya Venezuelayê re li ser maseyê ne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin