Vê carê jî agir bi sûka Kerkûkê ket!

Vê carê jî agir bi sûka Kerkûkê ket!

.

A+A-

Agir bi Qeyseriya Kevin a Kerkûkê ket û gelek dikan şewitîn.

Nûçegihanê Rûdawê Hîwa Husamedîn diyar kir:

“Îro berê sibehê agir bi Qeyseriya Kevin a Kerkûkê ketiye û derdora 100 dikanî şewitîne.”

Dikardarên li bazarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku ew ji ber şewatê bi agir şik û guman in çimkî agir bi çend cihên cuda ketiye.

Şewatên li Başûrê Kurdistanê

Demên dawiyê gelek caran agir bi bazarên li Başûrê Kurdistanê dikeve.

27ê Sibatê jî agir bi Bazara Lengeyê ya Hewlêrê ketibû û herî kêm 200 dikan şewitîbûn.

Bazara Lengeyê ya Hewlêrê 8ê Nîsanê careke din şewitîbû.

Dîsa 5ê vê mehê agir bi Bazara Qeyseriyê ya dîrokî ya Hewlêrê ketibû.

1ê Nîsanê jî agir bi Bazar Çelê ya li navenda Dihokê ketibû.

RUDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin