Vahit Aba: Dersa bijarte ya Kurdî têrê nake, lê divê hemû kes hilbijêre

Vahit Aba: Dersa bijarte ya Kurdî têrê nake, lê divê hemû kes hilbijêre

.

A+A-

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Vahit Aba ji bo dersa zimanê Kurdî bang li malbatên Kurd kir û got: “Dersa bijarte ya Kurdî têrê nake, lê divê hemû kes hilbijêre.”

Nûnerê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Vahit Aba ku di heman demê de yek ji berdevkên wê platformê ye, beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa kar û xebatên platformê û mijara dersa bijarte ya Kurdî kir.

“Xebatên me nayên dîtin”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Vahit Aba diyar kir ku xebatên wan ên ji bo ziman nayên dîtin û got: “Ev sê sal in ji bo dersa bijarte ya Kurdî em hewl didin di nav gel de hişmendiyeke ziman çê bibe. Dema me platform ava kir, me sê tişt wek bingeh ji xwe re diyar kirin. Yek, em ji Kurdan çi dixwazin, duyem em ji rêxistinên navneteweyî çi dixwazin û sêyem em ji dewleta Tirkiyê çi dixwazin. Me di komxebata xwe de got ku her çend dersa bijarte ya Kurdî weke maf kêm be jî, divê dîsa jî malbatên Kurd xwedî lêderbikevin.

“Li ziman xwedî derbikevin”

Derbarê xebatên platformê de Aba bot: “Ev sê sal û nîv e, em di her warî de weke warê dîplomasî û xwestina ziman de çalak in. Destpêkê me ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê me serdana hemû partiyan kir û herwiha me xwest ku astengiyên li ber dersa bijarte rabin. Herwiha bi heman mebestê me serdanên gelek sazî û rêxistinên sivîl jî kir ku li ziman xwedî derbikevin. Em dibêjin dersa Kurdî têrê nake, lê divê her kes hilbijêre.”

“Çavdêrên me hene”

Li ser pirsa “Hûn dê ji bo çavdêriya vê pêvajoya dersa bijartê çi bikin û çavdêrên we hene ku binpêkirinên di mijarê de rû dide bişopîne?” Aba got: “Belê çavdêrên me hene. Navenda Platforma Zimanê Kurdî li Amedê ye û li Mêrdîn, Êlid û Riha û Semsûrê jî me şaxên wê vekirine û herwiha li tevahiya bajarên Kurdistanê hevalên me hene. Îro dewlet dixwaze di mijara dersên bijarte de gelek astengiyan derbixe.”

Aba amaje bi wê yekê kir parêzgarê Amedê û rêvebirên gelek dibistan dixwazin rê li ber bijartina dersa Kurd bigirin û got: “Li dibistan keça min jî heman tişt hebe. Ez û çend malbatên din bi hev re çûn dibistanê û me ji wan re got ku hûn bi serê xwe nikarin dersên bijarte yên xwendekaran hilbijêrin. Herwiha me li dibistanê formên dersa bijartinê belav kir. Herwiha me li çend dibistanên din jî ev form belav kirin.”

“Pêwîstî bi komîsyoneke koordînasyonê heye”

Aba bi bîr xist ku Platforma Zimanê Kurdî ji 9 partiyan pêk tê û got ku wan ji partî û komele û rêxistinên sivîl jî daxwaz kirine ku di mijara dersa bijarte de tişta bikeve li ser milên wan pêk bînin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî li ser pirsa “pêwîstî bi komîsyoneke koordînasyonê heye, niha mamosteyên zimanê Kurdî û hinek xwebexş dikin, lê di rastiyê de karê Platform û Hereketên Ziman e, hûn dê ji bo vê yekê tiştekî bikin?” wiha bersiv da: “Me îsal jî pêwîstî bi wê komîsyonê dît û me got ku divê ligel platform û rêxistinên din ên ziman divê koordînasyonek hebe. Ji bo pêkanîna koordînasyonê jî me hewl da, lê îsal bêserûber çû.”

“Rûdawê hişmendiyek ava kir”

Vahit Aba herwiha spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir ku di hemû weşanên xwe de girîngiyeke mezin dayê mijara dersa zimanê Kurdî û got: “Bi saya Rûdawê hişmendiyeke baş ava bû. Îro Yekîtiya Mamosteyên Kurd, rewşenbîrên Kurd, saz û rêxistinên sivîl û weşanxaneyên Kurd her yekê ji aliyê xwe ve dixwaze ev kampanya serbikeve. Lê weke we jî got pêwîstî bi koordînasyonekê heye. Em weke Platforma Zimanê Kurdî ji bo pêkanîna koordînasyonekê amade ne. Îsal nebû lê wê hêvî dikim di demên bê de em dê bikarin koordînasyonekê di navbera xwe de ava çêkin.”

Proseya dersa bijarte berdewam e

Proseya tomarkirina navê zarokan ji bo dersên bijarte li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e. Pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên amadeyî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike. Ji xwendekaran û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, rêveberên dibistanan ji dersên xwe yên ku bijartine agahdar bikin.

Li gor rêziknameya wezaretê, xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an ji 3 heta 21ê Çile dikarin serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Ji bo ku malbat û xwendekar dersên zimanê Kurdî hilbijêrin ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya tên lidarxistin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin