Ûrmiye: Rejîma Îranê 2 xwişkên Kurd tevî xalê wan binçav kir

Ûrmiye: Rejîma Îranê 2 xwişkên Kurd tevî xalê wan binçav kir

.

A+A-

 Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, êvara Duşemê, 26ê Gulana 2025an, Reyna Xoran û Rojan Xoran, du xwîşkên Kurd ên ji bajarokê “Zêwe”yê bi ser Mîrgewera Ûrmiyê, li gel xalê xwe Celal Feroxî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya rejîma Îranê ve hatine girtin. 

Hat ragihandin ku çekdarên rejîmê êrîşî mala wan kiriye, dema biserdegirtina malê êşkenceya fizîkî li wan kiriye û ew birine cihekî nediyar.

Hengawê bi bîr xist ku Reyna, Rojan û Celal berê di meha Nîsana 2025an de di çarçoveya pîrozbahiyên Newroza Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê de jî hatibûn girtin. 

Her weha hat zanîn ku heta niha jî tu agahiyên zelal derbarê sedemên girtin, cihê ku ew lê tên ragirtin û tohmetên li dijî wan nehatine eşkerekirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin