UNHCR: Îsal 900 koçber li Deryaya Spî mirine yan jî winda bûne

UNHCR: Îsal 900 koçber li Deryaya Spî mirine yan jî winda bûne

.

A+A-

Tevî metirsiyên koçberiya bi rêya deryayê hîn jî hejmareke zêde ya xelkên ji welatên cuda yên wek Beravên Lîbya, Mexrîb û Tirkiyê hewla gihîştina Ewropayê didin. Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekbûyî dibêje, îsal heta niha 900 kes di rêya deryaya spî de yan mirine yan jî winda bûne.

Belemeke bê motor, di nava deryayê de bi pênc koçberan, bi pêlan re bilind û nizm dibe lê ne ber bi pêş ve diçe û ne jî paş.

Mihemed Nûr ê ku xelkê bajarê Dar'a yê Sûriyê ye, di sala 2021an de ji tirsa leşkeriya neçar reviya Lîbyayê. Li ser rêya Îtalyayê, behsa binpêkirinên ku li Lîbyayê dîtine dike.

Koçberê Sûrî Mihemed Nûr anî ziman, “Lingê min bi giranî birîndar bû ji ber ku ez neçar bûm ji Zawiya bi avjenî biçim, ji ber ku ger em ji hêla pasevnên peravên Lîbyayê ve bihatan dîtin, wan milîsan, wan tawankaran, dê me bigirtana û belkî me bikuştana. Wan Li bajarê Zuwara, destdirêjiya sêksî kirin ser du jinên Sûrî.”

40 demjimêran di deryayê de mane. Bi avê dorpêçkirî ne, lê dilopek jî nîne vexwin. Ev koçber ji ber germ û tihnatiyê ji hişê xwe çû.

Di dawiyê de gihîştin sînorê Maltayê, keştiyeke rêxistineke mirovî hat alîkariya wan, av, derman û nivînên taybet dan wan da ku ew xwe ji tavê biparêzin. Paşê ew ji aliyê pasevanên peravên Îtalyayê ve hatin ditîn û şandin Girava Lampedusa.

Roja piştî wê rêxistina sivîl hejmarek koçberên din ji keştiyek darîn a binavbûyî rizgar kirin.

Rêya Lîbya-Îtalî ji aliyê koçberên ji Nîjerya, Gîne û Kotdîvwar ve tê bikaranîn da ku xwe bigihînin Ewropayê.

Rêya Tirkiyê ya ber bi Yunanistanê ve tevî tedbîrên tund, ji aliyê koçberên Kurdistanê, Iraq, Sûriye û Efxanistanê ve tê bikaranîn.

Rêya Mexrib ya ji bo Spanyayê ji hêla koçberên ji Mexrib, Cezayîr û Kotdîvwar ve tê bikar anîn.

Li gorî ajansa penaberan a Neteweyên Yekbûyî, îsal zêdetirî 70 hezar penaxwaz ji Deryaya Sipî derbasî Ewropayê bûne û zêdetirî 900 ên din di bin avbûna keştiyan de mirine yan jî winda bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin