UNDP: Hewlêr di bipêşketina mirovî de yekem e

UNDP: Hewlêr di bipêşketina mirovî de yekem e

.

A+A-

Li gorî rapora hevbeş a Bernamenya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) û Wezareta Plandanînê ya Îraqê, di nîşaneya bipêşketina mirovî de Hewlêr yekem û Silêmanî sêyem e.

her wiha rêjeya tevlîbûna perwerdeyê ji sedî 93,3 ye û ji sedî 16ê kesên ku naxwînin ji malbatên hejar in.

Wezareta Plandanînê ya Îraqê û Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) dernarî bipêşketina mirovî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê raporek belav kir.

Di raporê de hat ragihandin ku nirxê bipêşketina mirovî herî zêde li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê zêde bûye ku 0,751 pile ye, Kerkûk di rêza duyem de bi 0,738 û Silêmanî sêyem bûye bi 0,737 pileyî.

Raporê rêjeya bêkariya niha bi sala 2021ê re berawird kiriye ku wê demê ji sedî 16,5 bûye û bêkarî di nav mêran de ji sedî 14,7 û di nav jinan de ji sedî 28,2 bûye lê niha rêjeya bêkariyê kêm bûye û daketiye ji sedî 13,5an.

Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku wan rapirsiya ji bo wê raporê li 15 parêzgehên Îraqê û 3 parêzgehên Herêma Kurdistanê bi awayekî cuda kiriye.

Nifûsa Îraqê û bajarvanî

Li gorî raporê, tê pêşbînîkirin heta sala 2030î hejmara nifûsa Îraqê 50 milyon kesî derbas bike, di demekê de ku li gorî serjimêriya giştî ya ku par hat kirin, hejmara nifûsê 45 milyon kes bû.

Raporê rêjeya geşbûna nifûsê wekî ji sedî 2,7 diyar kiriye di demekê de ku berê zêdetirî ji sedî 3 bû.

Di berawirdkirina bi amarên berê yên di maweyê 100 salan de, raporê amaje bi wê yekê daye ku nifûsa gundnişîn li Îraqê kêm dibe û xelk berê xwe dide bajaran.

Nîşaneya raporê derxistiye holê, kêmbûna gundnişînan di sedsalekê de li Îraqê 60 pile daketiye û bi heman pileyî bajarvanî zêde bûye.

Raporê ew guherîn bi şer, nakokiyên çekdarî, guherîna avhewayê û demografiyê ve girê daye.

Hestê welatîbûnê û aborî

Beşeke raporê taybet e bi hest û mafê welatîbûnê li Îraqê ku asta herî bilind a têgihîştinê taybet bûye bi parastina welat bi nirxê 0,815.

Nirxê bihêzkirina ruhê beşdariyê di hestkirina bi welatîbûnê de di pileya duyem de hatiye ku 0,786 e.

Lê pabendbûna bi rênimayî û rêzgirtina li saziyan herî kêm hebûye ji bo welatîbûnê li cem wan welatiyên ku rapirsiyê ew li xwe girtine ku 0,661 bûye.

Ji sedî 24,2yê beşdarên rapirsiyê amaje bi wê yekê daye, dema ku wekheviyê di maf û erkan de li gel kesên din dibînin ew hest bi welatîbûnê dikin.

Ji sedî 13,3yê wan ew hest bi derfeta kar ve girê daye, ji sedî 19,7an bi xizmetguzariya tenduristî û xwendinê ve û ji sedî 6,9an jî bi rewşa xwe ya debara jiyanê ve girê daye.

Di raporê de hatiye destnîşankirin, hinartina petrolê ji sedî 85ê dahata dewletê bûye û di du dehsalên borî de budceya Îraqê yek trilyon û 500 milyar dolarên Amerîkayê derbas kiriye lê wê budceyê bandoreke dadperwerane û wekhev li ser welatiyên Îraqê nekiriye.

Ji sedî 48,2yê beşdarên rapirsiyê baweriya wan bi pabendbûna bi yasa û rênimayan hebûye ji bo bidestxistina mafên xwe lê ji sedî 35,9an bawerî pê nebûye.

Ji sedî 39,6an baweriya wan bi rêzgirtina li sazî û karmendan hebûye lê nêrîna ji sedî 11,7an berevajî bûye.

Rewşa perwerdeyê

Raporê eşkere kiriye, 3,8 milyon xwendekar di temenê 6-11 salî de li qonaxa seretayî dixwînin, 4,5 milyon li qonaxa navendî dixwînin.

Ji 17 hezar û 66 dibistanan, 12 hezar û 575 avahî ji bo xwendina seretayî hene û kêmasiya avahiya dibistanan gihiştiye 5041 avahiyan.

Ji bo qonaxa navendî jî kêmasiya 4299 avahiyan heye ji bo xwendinê. Her wiha hîn 119 dibistanên heriyê (ji kerpîç û axê) li Îraqê mane.

Raporê derxistiye holê, nêzîkî du milyon kes ji xwendinê bêpar in ku nîvê wan di temenê qonaxa seretayî û navendî de ne.

Ji sedî 16ê wan zarokên ku naxwînin ji malbatên hejar in û ji sedî 3yê wan ji malbatên gelekî dewlemend in.

Rêjeya tevlîbûna perwerdeyê gihiştiye ji sedî 93,9an ku 2022-2023yan ev rêje ji sedî 94 bûye û 2021-2022yan jî ji sedî 92,5 bûye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin