TUSIAD: Amerîka hişyarî da kompanyayên Tirkiyê

TUSIAD: Amerîka hişyarî da kompanyayên Tirkiyê

.

A+A-

Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiyê (TUSIAD) bi daxuyaniyekê piştrast kir ku Amerîkayê derbarê Rûsyayê de hişyarî daye kompanyayên Tirkiyê.

TUSIADê derbarê îdîaya ku Rêveberiya Amerîkayê nameyek ji wan re û bo Ofîsa Odeya Bazirganî ya Amerîkayê li Tirkiyê şandiye daxuyaniyek belav kir û ev îdîa piştrast kir.

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) îdîa kiribû ku Rêveberiya Amerîkayê nameyek ji Ofîsa Odeya Bazirganî ya Amerîkayê li Tirkiyê û Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiyê (TUSIAD) re şandiye û derbarê bazirganiya ligel kompanyayên Rûsî de hişyarî daye.

Li gor nûçeya rojnamê di nameyê de ku ji aliyê Cîgirê Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Wally Adeyemo ve hatiye nivîsandin, kompanyayên Tirkiyê tên agahdarkirin ku eger ligel kompanyayên Rûsî yên ceza li ser wan hatiye sepandin kar bikin, dê rûbirûyê cezayan bibin.

Wally Adeyemo, pêştir di hevdîtina telofonî de bo heman mijarê ji Cîgirê Wezîrê Xezînê yê Tirkiyê re gotibû “Sazî û kesayetiyên Rûs hewl didin bi rêya Tirkiyê ji cezayan rizgar bibin.”

Piştî êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê, di serî de Amerîka û Ewropayê gelek cezayên aborî li ser Rûsyayê sepandin. Lê Tirkiyê beşdarî van cezayan nebû û peywendiyên xwe yên aborî bi Rûsyayê re berdewam kirin. Kompanyayên Rûsî jî Tirkiye wek rêyeke xilasbûna ji cezayan dîtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin