TUIKê eşkere kir: Hejmara herî zêde ya ciwanan li Bakurê Kurdistanê ye

TUIKê eşkere kir: Hejmara herî zêde ya ciwanan li Bakurê Kurdistanê ye

.

A+A-

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 12 milyon û 763 hezar û 159 ciwan hene û ew jî ji sedî 14,9ê nifûsa giştî ye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) encamên lêkolîna bi navê “Bi amaran ciwan-2024” eşkere kirin.

Li gorî lêkolîna TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 12 milyon û 763 hezar û 159 ciwanên ku temenê wan di navbera 15 û 24 salan de ye hene û ji wan ji sedî 51,2 kur û ji sedî 48,8 jî keç in.

Rêjeya herî zêde ya ciwanan li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye ku ji sedî 20,8 e û piştî wê jî bi rêjeya ji sedî 20,6 parêzgeha Şirnexê û bi rêjeya ji sedî 20,3 parêzgeha Sêrtê tên.

Her wiha parêzgehên ku rêjeya ciwanan lê herî kêm e jî parêzgehên Mugla û Balikesîrê yên Tirkiyeyê ne ku rêjeya ciwanan ji sedî 11,8 û ji sedî 12,1 e, piştî wan jî bi rêjeya ji sedî 12,2yan parêzgeha Orduyê tê.

Li gorî pêşbîniyên lêkolînên nifûsê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya ciwanan her ku biçe kêm dibe û li gorî vê yekê sala 2030î ji sedî 14,8, sala 2040î ji sedî 12,2, sala 2060î ji sedî 10,3 û sala 2080yî jî dê dakeve ji sedî 8,8an.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin