TTB: Îsal 2135 pizîşkan serî li belgeya çûna derve dane

TTB: Îsal 2135 pizîşkan serî li belgeya çûna derve dane

.

A+A-

Yektiya Pizîşkên Tirk (TTB) ragihand ku sala 2022ê 2 hezar û 135 pizîşkan ji bo çûna derveyî welat daxwaza Belgeya Rewşa Baş kirine.

Yektiya Pizîşkên Tirk (TTB), amarên koça derve ya pizîşkan eşkere kirin. Ji bo pizîşk bikaribin li derveyî welat bixebitin, pêwîst e ji TTBê Belgeya Rewşa Baş werbigrin.

TTBê ragihand ku meha Cotmeha 2022ê 215 pizîşkan ji bo Belgeya Rewşa Baş serî li TTBê dane û hejmara giştî ya sala 2022ê gihiştiye 2 hezar û 153 kesan. Di demekê de ev hejmar di 12 mehên sala 2021ê de bi giştî hezar û 405 kes bû. Sala 2012an jî hejmara pizîşkên ku dixwestin biçin derveyî welat tenê 59 bû.

TTBê li ser hesabê xwe yê Twitterê amar belav kirin û dibêje: “Em dê bo nirxên pizîşkiyê û mafê tendirustiyê yê civakê, tekoşîna xwe li hember sedemên koça pizîşkan berdewam bikin.”

Li gor TTBê heta niha pizîşk ji ber sedemên debar, tundûtûjî û barê giran ê kar dixwestin biçin derveyî welat. Lê di sala 2022ê de kirêya giran a xaniyan jî bandor li çûna pizîşkan kiriye.

Pizîşkên Tirkiyê heta niha gelek caran ji bo başkirina mûçeyê xwe û şert û mercên kar çalakî pêk anîne û bo çend rojan dest ji kar berdane. Lê tevî hemû çalakiyan pêngaveke cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkê nehatiye avêtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin