Trump û pirsa Kurd li Koşka Spî ji zarê John Bolton ve

Trump û pirsa Kurd li Koşka Spî ji zarê John Bolton ve

Trump nerîneke berovajî hebû û got, “Ez ji Kurdan hez nakim. Ew li ber Iraqîyan direvin, li ber Tirkan direvin. Tenê wê demê narevin ku em çar dora wan bi F18an bombebaran bikin”, lewma jî ew pirs ji min kir, “divê em çi bikin?”

A+A-

Navenda Nûçeyan - Malpera Rûdawê di derbarê şêwirmendê berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton û pitûka wî ya bi navê The Room Where It Happened” (Ew Jûra Gelek Tişt Têde Qewimîn) de sernivîsek weşand

Vaye ew nivîs:

John Bolton, şêwirmendê berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê, di çarçoveya pirtûka xwe de behsa bîranînên xwe yên li Koşka Spî dike û 28 caran navê Kurd di kitêba xwe bikar anîye. John Bolton bi kesekî hevsozê Kurdan tê naskirin, piştî ku di posta Nûnerê Amerîkayê yê li Netewên Yegirtî de nema, ji alîyê Trump ve roja 9ê Nîsana 2018an wek Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê hat dîyarkirin û heta 10ê Îlona 2019an di wê postê de ma.

Pirtûk bi navê “The Room Where It Happened” bi wateya “Ew Jûra Gelek Tişt Têde Qewimîn” e û peywendîyên Amerîkayê li gel Herêma Kurdistanê û serederîya Hevpeymanîya Navdewletî bi serokatîya Amerîkayê li gel Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, wiha kirîye ku gelek caran behsa Pirsa Kurd li Koşka Spî, Wezareta Derve, Berevanî û Dezgeha Istixbarata Amerîkayê were kirin.

Kitêba Bolton a li ser Trump û Koşka Spî bûye rojeva Amerîkayê û mijareke mezin a cîhanê jî, ya ku hûn li jêr dixwînin, wergera Kurdî ya wan birgehan e ku behsa rasterast a Kurd dikin.

Trump: Kurd li ber Iraqî û Tirkan her direvin

John Bolton di beşeke kitêba xwe de behsa helwêsteke Serokê Amerîkayê ya derbarê şerê DAIŞê û mana hêzên welatê xwe li Rojhilata Navîn , bi taybet li Sûrîyê dike û dibêje, rojeke Duşemê Donald Trump got, “dixwazim ji şerên gelek xirab ên Rojhilata Navîn bême derê. Em çekdarên DAIŞê ji wan welatan re dikujin ku dijminê me ne.” Ez wiha têgihîştim ku mebesta wî Rûsya, Îran û Sûrîyeya Esed e. Trump got, rawêjkarên wî li ser du enîyan dabeş bûne. Grûpek ji wan dixwazin Amerîka li wê derê bo “heta hetayê” bimîne û grûpeke din jî dixwazin, “bo demekê bimîne.” Trump nerîneke berovajî hebû û got, “ez naxwazim bi ti şêweyekê bimînim. Ez ji Kurdan hez nakim. Ew li ber Iraqîyan direvin, li ber Tirkan direvin. Tenê wê demê narevin ku em çar dora wan bi F18an bombebaran bikin”, lewma jî ew pirs ji min kir, “divê em çi bikin?” Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîakyê got, hinekî dem bide John Bolton û min, lê belê zelal bû ku Trump dixwaze Amerîka ji Sûrîyê vekişe.

Di beşeke din a kitêba xwe de, John Bolton behsa bûyerên Iraqê û Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Roja Şemîyê û 8ê mehê bû. Komên milîsên Iraqî, bêguman bi piştevanîya Îranê, êrîş kirin ser Balyozxaneya Amerîakyê ya li Bexdayê û konsulxaneya me ya li Besrayê. Herwiha Îranê êrîşa mûşekî kiribû ser armancên me li nêzîk Hewlêrê li Kurdistana Iraqê. Êrîş çend roj berîya salvegera 11ê Septemberê bûn û bi berçavgirtina êrîşa sala 2012ê ya li ser nivîsîngeha me ya dîplomatîk li Binxazî ya Lîbyayê, divîyabû em bi şêweyekê stratejîk fikir li bersivdana bo wan êrîşan bikin”, lê belê bi vî awayî nebû.

Di çend salên bihorî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan çend caran civîyane û yek ji wan civînan jî di destpêka Kanûna 2018 de bû di kevana civîna grûpa G20, her weke ku di kitêba John Bolton de hatîye, di wê civînê de behsa çend mijaran hat kirin û yek ji wan mijaran jî mijara şervanan bû li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberîya Xweser û têde Erdogan li cem Trump di vê bareyê de gilîyên xwe kirin.

John Bolton di derbarê vê mijarê de diaxive û dibêje, civîn di dem

ûn, ku Tirkîye êrîş bike ser “Bakurê Rojhilatê Sûrîyê”, wate ew sêgoşeya ku dikeve beşa rojhilatê “Çemê Firatê”, başûrê Tirkîyê û rojavayê Iraqê. Piranîya wê navçeyê di jêr kontrola “opozisyona Sûrîyê” de bû û şervanên Kurd jî pêkhênerên serekî yên wê hêza opozisyonê ne. Ew di demekê de bû, ku çend hezar serbazên Amerîkî û Hevpeymanan bo wê navçeyê hatibûn veguhastin, daku alîkarîya êrîşên berdewam bidin bo ser Xelafeta DAIŞê.

Piştevanî li desthilata zêdetir û serxwebûna Kurd li Amerîkayê

John Bolton dibêje, wiha dixuye ku Erdogan bi baş didît ku DAIŞ ji nav biçe, lê dijminê wî yê rasteqên Kurd bûn. Erdogan di wê bawerîyê de bû, ku Kurd hevpeymanên Partîya Karkerên Kurdistanê –PKK ne û hinek hincet bo wê yekê hebûn. Ew di demekê de ye ku Amerîka demeke dirêj e, PKK weke grûpeke terorîstî dibîne. Piranîya alîyên beşdar di şerê DAIŞê de li dijî DAIŞê bûn, lê bala Tehranê li ser şerê paşerojê bû, wate şerê piştî têkbirina DAIŞê. Ligel kêmbûna sînorê jêr desthilata DAIŞê, Îran sînorê jêr kontrola xwe li navçeyê zêdetir dikir û wê yekê jî Amerîka li gel grûpeke dîyarkirî ji hevpeymanan tenê dihîşt. Demeke dirêj bû, Amerîka piştgirî li hewlên Kurdan dikir, bo hebûna desthilateke zêdetir an heta piştevanî li serxwebûna Kurd li Iraqê dikir û dewleteke Kurdî jî pêwîstîya wê bi wê hebû ku sînorê welatên niha yên navçeyê biguhere. Ew tiştekî aloz bû, lê belê yak u zelal bû ew bû; hestekî bihêz a dilsozî bo Kurdan, ku li gel me şerê DAIŞê kiribûn û ji wê yekê jî ditirsîyan ku ji alîyê me ve bên terikandin, ne tenê wateya nebûna dilsozîyê be, belku bandora xirab li seranserê cîhanê hebe bo her hewleke paşerojê bo komkirina hevpeymanan li derdora hev.

Trump ji Erdogan re got, em dê şerê DAIŞê li Sûrîyê ji Tirkîyê re bihêlin

Bolton dibêje, roja 14ê Kanûnê Trump û Erdogan bi rêya telefonê axivîn. Berî vê peywnedîya telefonî, min derbarê rewşa Sûrîyê de zanyarîyên hûr dane Serokê Amerîkayê û wî jî got, “divê em li wê derê derkevin” û tirsa min ew bû, ku wê gotinê bi awayekî rasterast ji Erdogan re bêje. Trump û Erdogan behsa çend mijaran kirin ku yek ji wan Sûrîye bû.

Erdogan dilgiranîya xwe li hember berdewamîya rahênana hêzên YPGê anî ziman û behsa cudahîyan kir di navbera xwastekên sîyasî yên Trump û çalakîyên serbazî yên Amerîkayê li Sûrîyê, ku wiha kirine pirs di mejîyê wî de çê bibin. Erdogan got, Tirkîye dixwaze ji dest DAIŞ û PKKê rizgar bibe, bi nêrîna min, mebesta Erdogan ji “PKKê”, şervanên Kurd bi giştî bû. Trump got, ew amade ye Sûrîyê biterikîne, eger Tirkîye rûbirûyê DAIŞê bibe. Trump got: “Em dikarin ji Sûrîyê derkevin û ew şerê DAIŞê ku maye, ji Tirkîyê re bihêlin.” Erdogan di vê derbarê de soz da, lê amaje bi wê jî kir, ku hêzên Tirkîyê pêwîstîya wan bi locetstîkê heye. Trump ji Erdogan re got, daxwaz ji min dike, daku zû dest bi kar bikim li ser planeke taybet bi vekişandina artêşa Amerîkayê ji Sûrîyê û êdî şerê DAIŞê jî bi Tirkîyê were spartin. Paşê. Erdogan spasîya Trump kir û ew weke serkirdeyekî praktîkî bi nav kir. Kêmek pişî wê, Trump got, divê em daxuyanîyekê amade bikin û têde behsa wê bikin ku em di şerê DAIŞê de serkevtin, em erkê xwe li Sûrîyê temam kirin û em ji wî welatî derdikevin. Piştî wê yekê, min telefon bo James Mattis, Wezîrê Berevanîyê kir û pêwîst bi gotinê nake, ku keyfxweş nebû.

Kurd dikevtin navbera Erdogan û Esed

John Bolton dibêje, ew pirsgirêkek ciddî bû ji bo min. Di wê bawerîyê de bûm vekişîna ji Sûrîyê şaşîyekî mezin e, bi sedema berdewambûna gefên cîhanî yên DAIŞê û zêdebûna bandora Îranê. Ji meha Hezîranê ve ez li gel Pompeo û Mattis axivîbûm ku divê em dawî li sîyaseta xwe ya necîgir li Sûrîyê bînin, çimku her carekê ku me temaşeyî parêzgeh û navçeyekî wî welatî dikir, ji wan jî Minbic û Idlib, min amaje bi wê yekê dikir, ku pêwîst e em li dîmenê mezin temaşe bikin. Piranîya sînorê DAIŞê hatibû kontrolkirin û her lewma dîmenê giştî rawestandina Îranê bû. Lê eger rewş bigihe wê yekê ku Amerîka Kurdan biterikîne, wê demê divê ew hevpeymanîyê li gel Esed bikin li dijî Tirkîyê, yan bi tenê şer bikin. Kurd dikevtine navbera berdaşê Esed û Erdogan. Lewma pirs ew bû ku divê em çi bikin?

Macron bo Trump: Tirkîye şerê Kurdan şdike û li gel DAIŞê jî lihevhatinê dike

Roja 18ê Kanûnê, Mattis Wezîrê Berevanîyê, Dunford Serdermandarê Artêşê, Dan Coats, Rêveberê Istixbarata Niştimanî, Gina Haspel Berpirsa CIA, Mike Pompeo Wezîrê Derve û ez, em li Pentagonê civîyan. Ez, Mattis, Dunford û Pompeo rêkeftin li ser peywendîkirina bi hevpeymanên me ve, daku xwe ji bûyereke çaverêkirî re amade bikin, lê belê ti amajeyeke piştevanîyê nekete destê me. Philip Etan, şêwirmendê sîyasî yê Emmanuel Macron ji min re got, ku Serokê Fransayê di vê derbarê de li gel Trump diaxive û ez bi wê helwêst jî ecêgirtî nebûm. Bertekên din jî weke berteka Fransayî çaverêkirî bûn. Piştî nîvroya wê rojê ez li Koşka Spî bûm û Macron peywendîya telefonî kir û dîyar bû, ku bi wê biryarê keyfxweş nîne, lê Trump bersiv da û got, êdî şerê em li gel DAIŞ bidawî hatîye û ew çekdarên DAIŞê ku mane jî, Tirkîye rûbirûyê wan dibe. Macron bersiv da, ku bala Tirkîyê li ser êrîşkirina ser Kurdan e û ligel DAIŞê jî amade ye lihevkirinê bike. Macron tika ku Trump kir, artêşa Amerîkayê ji Sûrîyê nevekişe û jê re ragihand, ku di demeke kurt de em dê serkevtinê bidest bînin û lewma jî divê em vî karî bi dawî bînin. Trump razî bû ku careke din li gel rawêjkarên xwe biaxive û ji min re got, divê li gel stafa Macron biaxivim û pêwîst e Mattis û Dunford jî li gel hevşanên xwe biaxivin. Kêmek piştî wê, Mattis telefon kir, daku ji me re bêje, ku Florence Parly Wezîra Berevanîya Fransa bi biryara Trump keyfxweş nîne. Ron Dermer, Balyozê Îsraîlê yê li Amerîkayê jî ji min re got, ku ew xirabtirîn roj bûye di serdema îdareya Trump de.

Bolton di kitêba xwe de behsa endamên kongrêsê dike û dibêje, komarî li dijî vê biryarê bûn, lê belê demokrat xwedî hestek wisa nebûn.

Trump bo Erdogan: Hejmareke mezin ji Amerîkîyan ji Kurdan hez dikin

Piştî wê rewşê, Trump biryar da li gel Erdogan biaxive û du xalan zelal bike. Yekem, êrîş neke ser ti serbazekî Amerîkî li Sûrîyê, duyem, piştrast be ku êrîş dike ser DAIŞê, ne Kurdan, çimku gelek ji Amerîkîyan ji Kurdan hez dikin, ew jî ji ber ku çendîn sal mil bi mile hev dijî DAIŞê şer kirine. Trump amaje bi wê yekê kir, ku divê Tirkîye û Kurd bi hev re şerê DAIŞê bikin û îtîraf bi wê yekê kir, ku dibe ew stratejî guhertinek be bo Erdogan. Paşê, Trump fikrek hat mejîyê wî, ew jî hebûna peywendîyên zêdetir ên bazirganîyê di navbera Amerîka û Tirkîyê de bû.

Erdogan gelek zor da xwe, daku bi qasî ji dewê wî derkeve, bêje ku ji Kurdan hez dike û Kurd jî ji wî hez dikin, lê got jî, YPG-PKK-PYD bi awayekî xirab Kurdan bikar tînin û nûneratîya Kurdan nakin. Erdogan amaje bi wê yekê kir, ku di hikûmeta wî de wezîr û parlamenterên Kurd hene û Kurd jî gelek ji wî hez dikin û got, ew tekane serkirde bûye ku bangeşeyeke mezin li navçeyên Kurdî kirîye û naxwaze kes bihê kuştin, ji bilî terorîstan.

Serfermandarê Amerîkayê: Tirkîye dixwaze penaberan li ser sînor nîştecih bike

John Bolton di rûpela 184 a kitêba xwe de dibêje, fermande LaCamira pirs kir û got, em dikarin çi bikin heta ku Kurdan biparêzin? Min jî got, serok Trump ji Erdogan re gotîye, naxwaze zirarê bigihîne Kurdan, çimku hevkarîya Amerîkayê kirine li Sûrîyê.

Bolton paşê dibêje: “Trump tevî ku dixwast, di demeke herî zû de dawî bi DAIŞê bihê anîn, çend armancên din ên wî yên serekî hebûn, weke vekişîna ji Sûrîyê, parastina Kurd, biryardan li ser şêweya rêkxistina mijara binkeya serbazî ya Tenef, azadnekirina DAIŞên girtî û berdewamîdana bi fişara li ser Îranê.”

Di berdewamîya behsakirina Kurdan de, Bolton dibêje: “Erdogan nêrînek wiha heye ku baştirîn mirovê Kurd ew Kurd e ku di jîyanê de nemaye û mirîye. General Dunford jî dizanî ku armanca Tirkîyê ev e, ku Kurd ji navçeyên ser sînor bike derê û penaberên Sûrî yên li nav Tirkîyê jî vegerîne û bi dirêjîya sînor wan nîştecih bike.”

Di rûpela 188ê de, Bolton behsa serdana xwe ya bo Îsraîlê di 6ê Çileya 2019an de dike û dibêje: “Em li benda wê yekê ne, ewên ku mil bi milê me şer kirine, bi taybetî Kurd, bi vekişîna hzêên Hevpeymanan, nekevin rewşeke metirsîdar, ew xalek bû ku serok Trump bi zelalî di gotûbêjên li gel serok Erdogan de behsa wê kir.”

Bolton nivîsîye: “Dema ez gihîştim Enqerê, Pompeo peywendî bi min kir û ji min re got, ku Trump ji babeteke rojnameya New York Timed keyfxweş nîne ku têde çend şaşîyek di gotinên Trump de kirine û hinek li ser sîyaseta me ya dijî hev a derbarê Sûrîyê de nivîsîye, ku ji zarê çend berpirsên di nav rêveberîya Trump de wergirtine.”

Bolton dinivîse: “Bêguman beşeke zêde ya wan daxuyanîyên dijî hev, ji alîyê Trump bi xwe ve bûn, lê belê Pompeo hevra bû, ku raste hin daxuyanîyên tund dane, wek ewa ku gotibû, em rê nadin Tirkîye Kurdan komkuj bike.”

Guherîna nexşeya James Mattis û hêrsbûna Erdogan

Bolton di beşeke din a kitêba xwe de dinivîse, di heman demê de James Jeffrey nexşeyek amade kiribû û têde ew yek derdiket ku pêşnîyar dike, kîjan navçeya Bakurê Rojhilatê Sûrîyê dibe ku ji alîyê Tirkîyê ve were kontrolkirin û kîjan navçeya din dibe ku di jêr desthilata Kurdan de bimîne. Josee Dunford, Serfermandarê Hêzên Hevbeşên Amerîkayê jî bi ti awayekê ew yek bi baş nedidît ku di nexşeyê de hatibû. Min ev pirs kir, gelo nabe mebesta me hîştina tirkan li alîyê hundir ê sînorê welatê wan be li rojhilatê çemê Firatê? Dunford jî got. Ew helwesta min e jî. Min jî amaje bi wê yekê kir, ku dixwazim Bakurê Rojhilatê Sûrîyê wek niha bimîne, lê belê bêyî hebûna hêzên Amerîkayê. Min dizanî, yak u ez daxwaz dikim hêsan nabe, lê belê nerîna min wisa bû ku divê ew yek armanca me be, eger nehat cîbicîkirin jî. Dunford jî li gel nêrîna min bû, paşê li reşnivîsa wan binemayan temaşe kir, ku dibû em bidin tirkan û min hevokek nû lê zêde kir, daku zelal be, em naxwazin serederîyeke xirab li gel Kurdan bihê kirin û li cem me hêsan nebû ku hebûna serbazî yan her core hebûne din a Tirkîyê li Bakurê Rojhiltê Sûrîyê qebûl bikin. Dunford û Jeffrey jî li gel reşnivîsê bûn.

Pompeo: Ez dê ji Çavuşoglu re bêjim yek bijardeya we heye

Cihê matmayînê nebû ku me zanî Erdogan civîna li gel min hilweşandîye, çimku plan danîbû li parlamentoyê biaxive. Lê paşê me zanî ku gotara Erdogan êrîşeke pêşwext bûye li ser wê helwêsta Amerîkayê ku min pêşnîyar kiribû. Erdogan rijd bû li ser wê yekê ku Tirkîye li Bakurê Rojhilatê Sûrîyê azadîyeke temam hebe û ez jî di wê bawerîyê de bûm, eger em bixwazin rê li tolhildana li Kurdan bigirin, nabe ku em rê bi sîyaseta Tirkîyê bidin. Erdogan gotarek pêşkêş kir û got: “Em sazişê nakin.” Di vegerê de ez li gel Pompeo axivîm û em hevra bûn ku nêrînên me li gel Tirkîyê yên derbarê kurdan de gelek cuda ne. Pompeo got, ku Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkîyê hewl dide, peywendîyê pê re bike û ew jî hewl dide, jê re bêje, “yek bijardeya we heye. Yan em dê li ser sînor bin, yan Rûs û Îranî (Çimku piştî vekişîna me, tekez ew digihin ser sînor). Ez jî li gel wê nêrînê bûm.”

Bolton dibêje, “Paşê min peywendî bi Trump kir û ew jî wiha difirkiî ku tirk çendîn meh in amdekarî kirine daku biçin nav Sûrîyê û lewma jî Amerîka dixwaze vekişe. Berî ku Tirkîye êrîş bike ûs erbazên Amerîkayê li wê derê bin.” Trump zêdetir axivî û got: “Mebesta Erdogan DAIŞê nîne” û amaje bi wê yekê jî kir, ku Amerîka dikare êrîş bike ser DAIŞê, heta piştî vekişîna ji Sûrîyê jî.

Serfermandarê Amerîkayê: Nêrîna fermandeyên Tirkîyê wek ya Erdogan nîne

Bolton dinivîse, “di heman demê de ku min zanî Dunford wiha difikire ku fermandeyên serbazî yên Tirkîyê bi qasî Erdogan di xema wê de nînin ku biçin nav Sûrîyê û ji sedeman digerîyan, daku wê operasyona serbazî encam nedin. Dunford derbarê daxuyanîya binemayan axivîbû, ji wan jî navçeyeke aram a 20 heta 30 kîlometrî, bi corekê ku çekên giran ên hêzên Kurdî ji wan navçeyan bêne vekişandin û hêzeke navdewletî li wê navçeyê be û ew hêz bi piranî ji hêzên NATO were pêkanîn û piştrastîyê bide, ku Kurd naçin nava Tirkîyê û Tirk jî navçin nav navçeyên di jêr desthilata Kurdan de. Di heman demê de jî, hêza esmanî ya Amerîkayê alîkarê wê hêza navdewletî ye, ku divê li wê derê tê bicihkirin û ez û Dunford jî di wê bawerîyê de bûn, ku ew pêngav alîkarîya me dide, daku esmanê Bakurê Rojhilatê Sûrîyê di bin kontrola Amerîkayê de be.”

Bolton dibêje, bîroke bi vî corî bû ku ev Jeffrey vê bîrokeyê bide General Mazlûn Ebdî yê fermandeyê wan, daku bizane berteka wan bi çi awayî dibe. Dunford di wê bawerîyê de bû, ku bijardeyên li pêşîya Mazlûm sînordarin û dibe ku daxwaza hin garantîyan jî li me bike. Paşê ez li gel Pompeo axivîm û wî jî piştevanî li wê bîrokeyê kir û tekez kir, ku em pêdagirîyê li ser bikin. Welatên Erebî ji Tirkîyê hez nakin û şîyana wan a darayî jî heye, ew jî wiha dike ku hevpeymanên NATO û hêzên din di wê hêza navdewletî de beşdar bin, ku dibe li wê derê bêne bicihkirin.

Roja 9ê Çile, Dunford bi hûrglî behsa wê yekê kir, ku belê dibe ku hêzeke navdewletî li wê navçeyê were bicihkirin û plan jî dê serkevtî be.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin