
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
.
Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara qedexeya geştê ya Amerîkayê berfireh kir û li gel Sûriyeyê 4 welatên din li lîsteyê zêde kirin.
Koşka Spî bi daxuyaniyekê ragihand ku Trump biryarnameyek îmze kiriye ku sînordarkirinên ketina Amerîkayê li ser welatiyên Sûriye, Burkîna Faso, Malî, Nîjer û Sudana Başûr ferz dike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar ji ber "kêmasiyên cidî, berdewam û giran ên di warê kontrol, hûrbinî û parvekirina zanyariyan" de hatiye dayîn û armanca ji wê parastina ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ye.
Her wiha sînordarkirinên tam li ser kesên ku belgeyên rêwîtiyê yên desthilata Filistînî bi kar tînin jî hatin sepandin.
Ev biryar li ser biryarnameyeke berê tê avakirin ku têketina welatiyên 12 welatan bi temamî qedexe kiribû.
Di lîsteya berê de Efxanistan, Burman, Çad, Kongo, Gîneya Ekvador, Erître, Haîtî, Îran, Lîbya, Somalî, Sudan û Yemen hebûn.
Di biryarnameyê de her wiha qedexeyên qismî li ser 15 welatên din, di nav de Nîjerya, Senegal û Tanzanya jî hatin sepandin.
“Kêmasiyên Sûriyeyê hene”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sûriye ji "serdemeke dirêj a aloziyên navxweyî û şer" derketiye û her çi qasî bi Amerîkayê re ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê di nav hevahengiyê de be jî hîn kêmasiyên wê hene.
Hat destnîşankirin ku Sûriye hîn jî ne xwedî desthilateke navendî ya ku têrê bike karibe pasaport û belgeyên fermî bide û pîvanên wê yên venêrîna ewlehiyê jî lawaz in.
Ev biryar çend roj piştî êrişa li parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê hat ku tê de 2 leşkerên Amerîkayî û sivîlek di hatibûn kuştin.
Her wiha 3 leşkerên Amerîkayî û 2 endamên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê jî birîndar bûbûn.
Trump DAIŞ bi pêkanîna wê êrişê tohmetbar kiribû û soz dabû ku dê "bersiveke gelekî cidî" bidin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin