Trump: Reza Pehlewî kesekî baş e lê gumana min jê heye

Trump: Reza Pehlewî kesekî baş e lê gumana min jê heye

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku her çend kurê şahê berê yê Îranê Reza Pehlewî "kesekî baş e" lê gumanên wî hene ku karibe ji bo wergirtina desthilatê piştgiriya pêwîst li nav welat kom bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ku berê çend caran behsa egera destwerdanê ji bo piştgirîkirina xwenîşanderên Îranê kiribû, hîn jî di pêşkêşkirina piştgiriya temam û rasterast a ji bo Reza Pehlewî de dudil e.

Donald Trump ji ajansa nûçeyan a Reutersê re got, “Reza Pehlewî wekî kesekî gelekî baş xuya dike lê ez bi rastî nizanim ka dê di nav welatê xwe de roleke çawa bilîze."

"Dê ji bo min tiştekî baş be"

Trump gumana xwe anî ziman ku gelê Îranê Pehlewî wekî rêber qebûl bike û wiha axivî:

"Ez nizanim ka gelê Îranê dê rêberiya wî qebûl bike yan na, bê guman eger ew qebûl bikin, ew dê ji bo min tiştekî baş be."

Divê were gotin ku Trump di demekê de ne ku hefteya borî gotibû ti planan wî ji bo civîna bi kurê şahê berê yê Îranê re nîne.

Reza Pehlewiyê 65 salî ku li Amerîkayê dijî û piştî şoreşa 1979an ve li derveyî welat dimîne, di van demên dawî de bûye yek ji dengên herî berçav ên li dijî Komara Îslamî.

Lê mixalefeta Îranê li ser çend koman dabeş bûye û ne diyar e ku "şahxwaz" li navxwe xwedî çi pêgeheke cemawerî ne.

"Dê bibe qonaxeke dîrokî ya balkêş"

Trump derbarê paşeroja desthilata li Tehranê ragihand ku egera hilweşîna hikûmeta Îranê heye û got:

"Egera hilweşîna her rejîmekê heye, çi hilweşe yan na, dê bibe qonaxeke dîrokî ya balkêş."

Trump her wiha li Koşka Spî gotibû, "Ji me re hatiye gotin ku kuştina xwenîşanderan li Îranê hatiye rawestandin û ti plan ji bo darvekirina wan nîne."

Wî her wiha hişyarî dabû ku eger agahî ne rast bin "ew dê gelekî hêrs bibe."

Nêzîkî sê hefte ne ku xwenîşandan li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hene.

Rêxistinên mafên mirovan behsa kuştina nêzîkî 3 hezar û 400 kesan dikin.

Di heman demê de nêzîkî hefteyekê ye ku înternet û pêwendî li wî welatî hatine birîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin