
Trump: Rayedarên Îranê telefon kir, diyalogê dixwazin
.
Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku rayedarên Îranê doh pêwendî pê re daniye û wan daxwaza dan û standinan kiriye.
Donald Trump diyar kir ku îhtimala hevdîtinê li ser maseyê ye û got:
"Lê belê ji ber rûdanan dibe ku em neçar bimînin beriya civînê gavekê biavêjin."
"Em vebijêrkên xurt dinirxînin"
Trump bal kişand ser rewşa niha ya Îranê û xwenîşandanan û hişyarî da.
Serokê Amerîkayê li ser xwenîşandanan wiha axivî:
"Ez kêlî bi kêlî li ser rewşa xwenîşandanan têm agahdarkirin. Em çend vebijêrkên gelekî xurt dinirxînin û em dê di demeke nêzîk de biryarekê bidin."
Xwenîşandan li 180 bajaran belav bûn
Xwenîşandanên li Îranê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber bihabûn û şert û mercên xerab ên jiyanê bi çalakiya girtina dikanan li Tehranê dest pê kir û pişt re li hemû parêzgehên Îranê belav bû.
Niha xwenîşandan li 28 parêzgehan (ji 31 parêzgehan) belav bûne û li nêzîkî 180 bajar û navçeyan rojane berdewam dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin