Trump: Îsraîl û Sudanê li Hev Kirin ku Peywendîyan Normal Bikin

Trump: Îsraîl û Sudanê li Hev Kirin ku Peywendîyan Normal Bikin

Trump: Îsraîl û Sudanê li Hev Kirin ku Peywendîyan Normal Bikin

A+A-

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku Îsraîl û Sudanê li hev kirine ku peywendîyên xwe normal bikin.

Trump li Qesira Sipî ji rojnamevanan re da zanîn ku herî kêm 5 dewletên din yên Ereban dixwazin ku bi Îsraîlê re peymaneke aştîyê çêkin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û hevtayê wî yê Sudanî Abdulah Hamduk bi telefonê beşdarî civîna li Qesira Sipî bûn.

Netanyahu ser peymanê got ku ‘’destpêka qonaxeke nû’’ ye û dîyar kir ku Îsraîl û Sudan dê ser bazirganî û cotkarîyê danûstandinên hevkarîyê bikin.

Hamduk jî jiber ku Sudan ji ‘’lîsta dewletên piştgirîyê didin terorê’’ derxistiye spasîya Trump kir û got ku hikûmeta wan bo xizmeta gel gavan diavêje.

Trump dîyar kir ku ew hêvî dike ku Erebistana Saudî jî bi Îsraîlê re peywendîyên xwe normal bike.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Bahreynê meha borî bi Îsraîlê re peymana normalkirina peywendîyan îmza kiribûn.

Berî wan dewletan, li herêmê herî dawî di sala 1994’an de Urdun û Îsraîlê peymana aştîyê îmza kiribû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin