
Trump: Îmarat dê bi 1,4 trilyon dolaran li Amerîkayê veberhênanê bike
.
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îmarat dê di nav deh salan de bi mîqdarê 1,4 trilyon dolaran li Amerîkayê veberhênanê bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di beşa sêyem a gera xwe ya Rojhilata Navîn û Kendavê de gihîşt Ebû Dabiy paytexta Îmaratê.
Trump li Koşka El Weten a paytexta Ebû Dabiyê bi merasîmeke fermî ji aliyê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zayed al Nahyan ve hat pêşwazîkirin.
Trump piştî hevdîtina xwe ya dualî ya bi Al Nahyan re diyar kir ku Îmaratê dê bi 1,4 trilyon dolarî li Amerîkayê weberhênanê bike.
Serokê Amerîkayê ragihand ku wan soza veberhênana bi tevahî zêdetirî 10 trilyon dolar ji bo Amerîkayê wergirtiye û got ku ev veberhênan dê di sektorên hişê çêkirî û teknolojiyên zanistî de were xerckirin.
Trump eşkere kir ku di serdemê wî ya yekem a serokatiyê de aboriya Amerîkayê di rewşeke baş de bû û anî zimên ku di vê serdema wî jî de dê rewşa aborî baştir bibe.
Serokê Amerîkayê li ser pêwendiyên Îmarat û Amerîkayê ji Al Nahyan re got: "Hûn welatekî dewlemend in, hûn dikarin hibijartinan bikin lê ez dizanim ku hûn qet ji tenişta min dûr nakevin."
Li aliyê din, Serokê Îmaratê Al Nahyan jî got,"Em plan dikin ku di 10 salên pêş me de 1,4 trilyon dolar li Amerîkayê veberhênanê bikin."
Al Nahyan diyar kir ku ew ji bo xurtkirina pêwendiyên bi Amerîkayê re bi biryar in û got:
"Em dixwazin dostayî û hevpeymaniya xwe ya bi Amerîkayê re xurttir bikin.
Em armanc dikin ku di her mijarê de ku dê li herêmê û cîhanê aramiyê dabîn bike, bi Amerîkayê re hevkariyê bikin.
Serdana we ji bo hevpeymaniya stratejîk a di navbera welatên me de piştgiriyeke xurt dabîn kir."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin