Trump cezayê darayî li ser Xamineyî û 8 berpirsên Îranê sepand!

Trump cezayê darayî li ser Xamineyî û 8 berpirsên Îranê sepand!

Serokê Amerîkayê Donald Trump jı bo pêşîlêgirtina Îranê ku li Rojhilata Navîn piştevaniyê dide grubên tundrew û dixwaze çekên nûkleerî pêş bixe, tedbîrên nû û dorpêçên nû li ser berpirsên payebilind ên Îranê danî.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump  jı bo pêşîlêgirtina Îranê ku li Rojhilata Navîn piştevaniyê dide grubên tundrew û dixwaze çekên nûkleerî pêş bixe, tedbîrên nû  û dorpêçên nû li ser berpirsên payebilind ên Îranê danî. Trump biryarnameyê îro îmze kir. Di hedefa dorpêçên nû de serokê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî û fermandarên leşkerî yên di asta bilind de hene. Di dorpêçan de hebûna malên van kesan yên li Amerîkayê hene, dest datîne ser wan.
Trump, di vê mijarê de bo çapemeniyê weha ragihand: “ Heya rejîma Îranê dest ji tevgerên xwe yên metirsîdar bernede, dest ji hilberîna çekên nûkleerî bernede, dev ji dewlemendkirina ûranyûmê bernede, heya mûşekên balîstîk bipêş bixe, piştevaniyê li terorê bike, şerên biyaniyan geş bike û heta dest ji dijminatiya Amerîkayê û hevkarên wê bernede, em ê dorpêçan bidin dewam kirin.”
Trump, di tora xwe ya civakî Twitterê de peyamekî belav kir û tê de ragihand ku bo çi rêyên hatûçûna keştiyên welatên din diparêzin. Divê ew welat bixwe keştiyên xwe biparêzin. Trump behsa Çîn û Japonyayê dike û dibêje di wan rêyên hatûçûnê de bila ew keştiyên xwe biparêzin.
Di rojên pêşiya me de civîna G-20an heye. Gelek mijar wê di wê civînê de bên axaftin. Di civînê de dê trafîkeka gelek xurt hebe.
 


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin