
Trump: An em dê bi Îranê re li hev bikin an jî em dê wan parçe parçe bikin
.
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê Îranê got, “An em dê bi wan re li hev bikin yan jî em dê wan parçe parçe bikin.”
Trump li Koşka Spî di civîneke çapemeniyê de polîtîkaya Amerîkayê ya li ser Îranê nirxand.
Trump anî zimên ku birêvebirîya Îranê dixwaze peymanê îmze bike û li pey çû:
“Carinan ji bo ku xurt xuya bikin dibêjin ew peymanê naxwazin lê rastî ne wiha ye.”
Dan û standin didomin
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku dan û standinên bi Tehranê re didomin û biland: “Du rê hene: Ya em dikarin wan parçe parçe bikin yan jî em dikarin bi wan re dan û standinan bikin. Tiştê ku em niha dikin jî ev e.”
Trump eşkere kir ku Wezîrê Karên Derve Marco Rubio û Alîkarê Serok JD Vance bi aliyê Îranê re rasterast di pêwendiyê de ne.
Li gorî gotina Trump, Tehran rojên dawî ji bo gihîştina lihevkirinê bêhtir bi daxwaz xuya dike.
"Em amade ne"
Trump diyar kir ku rêya çê peyman e lê şer jî vebijêrkek e û got: “Lê rêya din, anku şer, dibe ku hêsantir be. Em ji bo vê jî amade ne. Em amade ne û bi çek in.”
Trump li ser pirsa bê ma wî biryara operasyoneke leşkerî ya berfireh daye yan na jî got: “Na, min hîn biryar nedaye çimkî niha em bi wan re diaxivin.”
Helwesta Rûsya û Çînê
Trump angaştên ku dibêjin Rûsya û Çîn dê piştgiriyê bidin Îranê jî nirxandin.
Wî ragihand ku Serokê Çînê Şi Cinpîng û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn di vî warî de garantî dane wî û anî zimên:
“Şi Cinpîng û Vladimir Putîn ji min re got ku ew nakevin nav mijarê û alîkariya Tehranê nakin. Ez baweriyê bi wan tînim û ez bawer nakim ku ew min bêhêvî bikin.”
Civîna li ser vebijêrkên leşkerî
Li hêla din, li gorî nûçeya New York Timesê, tê çaverêkirin ku Trump ji bo nirxandina vebijêrkên leşkerî yên li hemberî Îranê, li Koşka Spî bi rayedarên leşkerî yên pilebilind re bicive.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin